Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin 2024-12-21 15:42:53 MÊRDÎN - Di çalakiya ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo didome de qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cihan Bîlgîn hat protestokirin. Li hemberî êrişên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya nobetê ya ku li sînorê Nisêbîn-Qamişlo hatibû destpêkirin di roja xwe ya 9'emîn de didome. Di çalakiya ku didome de rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di êrîşên hewayî yên dewleta tirk de hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Ji bo rojnamevanan bê navber dirûşmeya, "çapameniya azad rûmeta me ye" hate berzkirin. Her wiha pankarta, "bi felsefeya Jin Jiyan Azadî re em ê xwedî li Rojava derkevin" hate vekirin.   Tevgera Jinên Azad(TJA) ên Şirnex û Bedlîsê û hin kesên ji DEM Partiyê tevlî çalakiyê bûn.   Di nav kesên ku ji Şirnexê hatine de hevseroka DEM Partî Nurcan Alturk got, "îro roja yekbûnê ye." Nurcan Alturk diyar kir ku ew ê serî li hemberî êrîşan natewînin û wiha axivî, "Kurd wek gelekî bi rûmet li ser piya ne û wê berxwedanê bidomînin. Bijî berxwedana Rojava û Kobanê."   Çalakiya li sînor bi stranên berxwedanê didome.