Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne 2024-12-22 13:41:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Komara Kongo ya Demokratîk keştiyek noqî avê bû. Di qezayê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan û 100 kes jî winda ne.   Li Komara Kongo ya Demokratîk, ferîbota ku kesên ji pîrozbahiya Noelê vedigeriyan tê de bûn, noqî binê avê bû. Di bûyerê de ku li ser Çemê Busira yê li bakurê rojhilatê welêt qewimî herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji 400 kesên di ferîbotê de bûn 100 kes winda ne û heta niha 20 kes hatine rizgarkirin.   Rayedarên xwecihî diyar kirin ku hejmareke zêde ji kapasîteya ferîbotê di keştiyê de bûn. Di meha Hezîranê de keştiyek noqî avê bû û 80 kes mirin, di meha Cotmehê de ji ber keştiya noqî avê bûyî 78 kesan jiyana xwe ji dest dan. Beriya çar rojan jî keştiyek noqî avê bû û 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.