Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de 2025-03-11 11:53:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatên Ereban piştgirî dan peymana di navbera HSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin.  Duh di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şara de peymaneke ji 8 xalan pêk tê hate îmzekirin. Gelek welatan têkildarî peymanê daxuyanî dan û piştgirî dan.    EREBISTANA SIÛDÎ   Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê piştgirî da peymanê û got ji bo yekitiya xaka Sûriyeyê, serdestî û silametiya dixwazin.    QETERE    Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî duh der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya wezaretê de lihevkirin wekî "gaveke girîng ber bi xurtkirina aştiya navxweyî, pêşxistina ewlehî û istiqrarê,  avakirina dewleta sazî û qanûnan ve" hat nirxandin.   URDUN    Wezareta Karên Derve û Kar û Barên Koçberan a Urdunê jî lihevkirin erênî nirxand û wekî "Gavek girîng ber ji nû ve avakirina Sûriyeya ya li ser esasê mîsogerkirina yekitî, serdestî û istiqrara wê, parastina ewlehiya wê, xilaskirina wê ji terorê û mîsogerkirina mafên tevahî gelê wê ve” nirxand.