Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin 2025-04-11 13:29:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Îstîxbarata rejîma Îranê li rojhilatê Kurdistanê 4 welatiyên Kurd binçav kir.    Rejîma Îranê li rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd binçav kir. Li gorî agahiyên ji medyaya herêmê, di nava 2 rojan de li bajarên Sine, Seqiz û Mazenderayê 4 welatiyên Kurd ji hêla hêzên îstîxbarata Îranê ve hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku welatî bêyî biryareke fermî hebe hatine binçavkrin û sedema binçavkirinê nehatiye diyarkirin.    Navên kesên hatine binçavkirin ev in: Rêbwar Erjengî, Hemîd Seîdî, Peyman Şêx Xelamî û Nerîman Rendanî.