Bi ser Enfalê re 37 sal derbas bûn: Me efû nekir û dê ji bîr nekin 2025-04-14 11:08:03   ENQERE - DEM Partiyê, bi boneya 37’emîn salvegera Komkujiya Enfalê daxuyanî da û kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin bi bîr anî. DEM Partiyê got: “Me ji bîr nekir, me efû nekir û dê ji bîr nekin.”    Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mutlu, bi boneya sala 37’emîn a Komkujiya Enfalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di komkujiyê de zêdetirî 182 hezar Kurd hatine qetilkirin û wiha hate gotin: “Vê komkujiyê di hafizeya gelê Kurd weke rojeke reş cih girt. Komkujiya Enfalê, bi fermana rejîma Sedam Hisên û bi piştevaniya hêzên navneteweyî û herêmî hate kirin.”    'ME EFÛ NEKIR Û DÊ JI BÎR NEKIN’   Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gund hatin hilweşandin, xak veguherandin gorên komî. Vê komkujiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, di wijdana tevahiya mirovahiyê de birîneke xedar vekir. Enfal, ne tenê operasyoneke leşkerî bû. Enfal, tevgereke topyekûn a tunekirinê ya li dijî ziman, çand, dîrok û pêşeroja gelekî bû. Navê xeyala tunekirina gelekî ya li ser nexşeyan bû. Bi ser re 37 sal derbas bûn. Êşa me, hêrsa me hêj mîna roja ewil e. Divê faîlên komkujiyê ne tenê li pêşberî dîrokê, divê li pêşberî mirovahî û hiqûqê jî hesabê bidin. Divê ev sûc bêceza nemîne û edalet pêk bê. Weke DEM Partiyê em tevahiya kesên di Komkujiya Enfalê de hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Dê têkoşîna me ya ji bo lêgerîna heqîqet û edaletê bidome. Me ji bîr nekir, me efû nekir û dê nedin jibîrkirin.”