Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin 2025-04-16 15:41:27 MÊRDÎN - Danişîna doza Hevşaredarê Artukluyê Mehmet Alî Amak û hinek siyasetmedaran dihatin darizandin, hate taloqkirin.  Danişîna 37’emîn a doza Hevşaredarê Artuklu ya Mêrdînê Mehmet Alî Amak, siyasetmedar Newroz Turk û Abdulbakî Guneş û belavkarên rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin ên bi navên Ayşe Saritag û Erdem Kaymaz ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Kesên tên darizandin beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan jî hincet nîşan dan.    Piştî xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin, şandeya dadgehê danişîna dozê taloqî 28’ê Gulanê kir.