Di lêpirsîna Şaredariya Beşîktaşê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê 2025-04-17 09:55:20   STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna der heqê Şaredariya Beşîktaşê de Cîgirê Şaredar Alî Riza Yilmaz jî di nav de ji bo 12 xebatkarên şaredariyê biryara binçavkirinê hate dayin.    Di çarçoveya lêpirsîna der heqê Şaredariya Beşîktaşê de Cîgirê Şaredar Alî Riza Yilmaz jî di nav de ji bo 12 xebatkarên şaredariyê biryara binçavkirinê hate dayin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Di çarçoveya lêpirsîna der heqê rêxistina sûc a Azîz Îhsan Aktaş de; Cîgirê Şaredarê Beşîktaşê Alî Riza Yilmaz jî di nav de der heqê 12 kesan de bi sedema ku di îhaleyên rêxistina sûc ji Şaredariya Beşîktaşê girtî de cih girtine, hîle kirine di pêvajoya amadekariyê yên îhaleyan de cih girtine, biryara desteserkirinê, lêgerîna malên wan û binçavkirina wan hatiye dayin.”