Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin 2025-04-17 12:03:12   COLEMÊRG - Hat îdiakirina ku midûrê Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê bi ser qawîşan de girtiye û gefa “Ka bila ev pêvajo biqede wê demê em dizanin dê çi bi serê we bînin” li girtiyan xwariye.    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê berdewam in. Girtî Mazlum Aksaç ku li Girtîgeha Dumluyê tê ragirtin, di hevdîtina ser telefonê ya bi malbatê re binpêkirinên li girtîgehê vegot. Malbata Aksaç, hevdîtin qeyd kir. Di qeydê de Aksaç wiha dibêje: “Di serê sibehê de bi ser hemû qawîşên girtiyên siyasî de girtin. Di serdegirtinê de sarinc, nivîn, cil û bergên di dolabê de, xwarin, rûnivîn, name û her tiştek çirandin û avêtin derdorê. Li girtiyên siyasî yên qawîşên din jî gefa ‘Hûn mereq nekin, ka bila pêvajo biqede em dizanin ka dê çi bi serê we bînin’ xwarin. Me bertek nîşan da lê gotin ku dê lêgerînê bikin. Em vê rewşê qebûl nakin. Em dixwazin rêxistin û saziyên mafên mirovan bikevin nava tevgerê. Ji ber ku midûrê girtîgehê dibêje ku dê gavên wiha her tim bên avêtin. Ji bo ev veneguhere hînbûnekê, divê her kes dengê xwe bike.”    'HEWLDANÊN PROVAKASYONÊ’   Endamên malbata Mazlum Aksaç jî bertek nîşanî rewşê dan û gotin: “Li Girtîgeha Erziromê her tim gef li girtiyên siyasî tên xwarin, zext lê tê kirin û rastî miameleyeke xerab tên. Di raporên binpêkirinên mafan de her tim di rêza yekemîn de cih digire. Di demeke qala çareseriyê tê kirin de ev helwest, provokasyon in. Sepanên neheq û derhiqûqî ne. Em dixwazin rayedarên dewletê û Wezareta Dadê pêşiya vê rewşê bigire.”    DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ   Malbatê xwest ku miameleya xerab û polîtîkayên zextê yên li ser girtiyan bi dawî bibin û xwest ku der heqê midûrê girtîgehê û berpirsyarên din de lêpirsîn were destpêkirin.    Malbatê, da zanîn ku dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li dijî Aksaç û girtiyên din serî li rêxistinên mafên mirovan bidin.    MA / Mazlum Engîndenîz