Li aqûbeta Yedîgolê ku 44 sal berê hat windakirin hat pirsin 2025-04-19 14:33:07   STENBOL - Dayikên Şemiyê ku di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Nurettîn Yedîgol ê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin hatin gel hev, gotin: "Îşkence ji damezrandina komarê vir bûye polîtîkaya dewletê ya li Tirkiyeyê ye. Têkoşîna me ya ji bo windayan wê bidome."   Dayikên Şemiyê/murovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev, çalakiya xwe ya Hezar û 47'an li dar xistin. Dayikên Şemiyê bi wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û qurnefîlên di destên wan de li Qada Galatasarayê kom bûn, aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê di 12'ê Nîsana 1981'an de li Îdealtepe di serdegirtina malekê de hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.   Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xizma windayan Besna Tosun ve hat xwendin.   Besna Tosun got: "Li dijî binpêkirinên li hemberî Nurettîn Yedîgol ê di bin çavan de hat windakirin û Malbata Yedîgol a ku 44 sal in mafê wê yê gihandina heqîqet û edaletê tê binpêkirin, em hatin gel hev." Besna Tosun, anî ziman ku piştî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê der barê Nurettîn Yedîgol ê li Erzînganê ji dayik bûye de biryara girtinê hatiye dayîn û diyar kir ku di 12'ê Nîsana 1981'an de li Îdealtepeyê di serdegirtina malekê de hatiye binçavkirin û careke din agahî jê nehatiye girtin."   Besna Tosun diyar kir ku tevî serlêdanên sûc ên bi israr ên malbata Nurettîn Yedîgol jî ti encam bi dest nexistiye û got ku di 3 lêpirsînên cuda yên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tên meşandin de, ji ber bêhiqûqiyê biryara neşopandinê hatiye dayîn. Dayik û bavê Nurettîn Yedîgol bi salan têkoşîna hiqûqê dan lê bi ser neketin û îro jî em di bedêla wan de hiqûqa gerdûnî diparêzin."   Piştre Eren Keskîn mafê axaftinê girt û wiha got: "Wê demê ji bo hemû kesên ji mal, kar û kolanan hatin binçavkirin û hatin windakirin her kes di baweriya ku dosyayek wan heye de bûn. Ji ber ku zarokên wan hatibûn windakirin. Difikirîn ku dê dozger teqez vê yekê bişopîne. Lê belê dosyayek jî nehat ronîkirin.    Li Tirkiyeyê ji damezrandina komarê heta niha îşkence polîtîkaya dewletê ye. Ev dewlet ji bo îşkence, windakirinên bi zorê û kuştinê bi awayekî sîstematîk qanûnên sinorkirinê bi kar tîne. Di nava 20 salan de hemû dosya tên girtin. Dewlet ji jiyana her kesî berpirsiyar e, lê qanûnek sînordar heye. Têkoşîna me hem ji bo Nurettîn Yedîgol û hem jî ji bo hemû windayan wê bidome.”   Çalakî piştî qurnefîl li qadê hatin danîn bi dawî bû.