Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn 2025-04-19 16:22:53   NAVENDA NÛÇAYAN -Li Îranê 16 rêxistinên mafên mirovan ji bo ku darvekirina 85 Belûciyan bê rawestandin, bang kirin.   Li Îranê 16 rêxistinên mafên mirovan, ji bo ku biryara darvekirina 85 Belûciyan neyê pêkanîn, daxuyaniyek dan çapemeniyê.    Rêxistinan destnîşan kir ku pêwîst e hem hêzên navnetewî hem jî herêmî, tavilê li hember darvekirinê bikevin nav liv û tevgerê û wiha gotin: “Li Komara Îslamî ya Îranê bi taybetî li hember kêmnetewên etnîkî û olî cezayê mirinê gelek caran û bi awayek cudaxwaz tê bikaranîn. Ev jî mirov dike nav fikaran. Ev demeke dirêj e ku civaka Belûc rastî cudaxwaziya cewherî û sîstematîk tê. Ev civak niha ji her gavê zêdetir bûye hedefa pêvajoyên daraza kêfî û bêedaletî.”   Hat diyarkirin ku ev  85 Belûc ji derfetên darizandina adilane bêpar hatine hiştin û nikarin bighên parêzerên xwe jî.   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li gor raporên pêbawer ên herêmî û navnetewî, 85 girtî nekarî bighên parêzerek, ji mafê darizandina adilane bêpar mane û li ber darvekirinê ne. Bicîhanîna van cezayan ne tenê mînakek aşkera yê bêdaraziyek mezin e, di heman demêde peyama zext û bêedaletiyekk mezin a ji bo hemû kêmnetewên li tevahiya welat e jî. Di şertên wiha de ceza bên pêkanîn, ev dê bê wateya binpêkirina mafê jiyanê. Her wiha Hevpeymana Navnetewî ya Têkildarî Mafên Medenî û Siyasî jî di nav de berpirsyariyên navnetewî yên Îranê jî.   Lewma jî, em bang li Mekanîzmayên Taybet ên NY’yê, bi taybetî jî Raportêrê/a Taybet ê Îranê dikin ku van tiştan bikin;   “* Tavilê bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re têkilî deynin û daxwaza rawestandina van înfazan bikin.   * Derbarê pêvajoyên darizandina 85 girtiyan û rewşa wan a niha de zelaliyek bê kêmasî bixwazin;   * Bang bikin ku cezayê mirinê yê di rewşên darizandina ne adilane de hatine dayîn, tavilê bê rakirin û moratoryum bê pêkanîn.   * Dem girîng e. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, mîsyonên dîplomatîk û civaka sivîl jî di nav de hemû aktorên mafên mirovan ên navnetewî dikin. Ji bo ku ev trajediya  mirovane bê rawestandin, bi awayek lezgîn û koordîneyî bikevin nav liv û tevgerê.”   Saziyên ku îmze dane, ev in: "Kampanyaya Aktîvîstên Belûc (BAC), Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Navenda Parazvanên Mafên Mirovan, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, Navenda Dokumantasyona Mafên Mirovan a Îranê, Yekîtiya Ji Bo Îranê, Li Hember Înfazan Koalîsyona Hevgirtinê ECPM, Komeleya Mafên Mirovan a Gelê Azerbaycana li İran-Ahrazê, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Li Îranê Mafên Ji Bo Hemû Mirovan, Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Kurdpa, Malpera Shivar, Weqfa Siamak Pourzand, Koma Mafên Mirovan a Belucistanê, Rêxistina Mafên Mirovana Ahvazê."