ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN 2025-04-20 09:00:53   * Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku yek ji muxatabên banga Abdullah Ocalan jî dewlet e û divê gavan biavêje. Unsal, got: “Heke kongreyek were lidarxistin, divê birêz Ocalan bikare xwe bigihîne kongreyê û ji bo bikare ji mafê hêviyê sûd bigire divê gav bên avêtin.”    * Kudret Aksu ku kurê wê Suleyman Aksu li Pirsûsê hatibû qetilkirin, diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan ew li bendê ne ku dewlet gavan biavêje û got: “Banga me ji bo her dayika bedelên giran daye ye, em xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”    * Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Ji bo aştiyê divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Heta birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe pêvajo pêş nakeve.”    * Malbatên di şer de jiyana xwe ji dest dayin, destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û divê dewlet gavan biavêje. Malbatan, diyar kirin ku tevî êş û windahiyan jî ew dev ji daxwaza aştiyê bernadin.    * Newala Tekoran, bi keskehiya çiyayên li quntara xwe û bi şînahiya Çemê Firatê re geştiyaran mest dike. Bi hatina biharê re Newala Tekoran bi rengên cur bi cur xemilî û rê li ber dîmenên rengîn vekir.    * Geşedanên têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder dê bên şopandin.    * Li Dêra Ermenan a Surp Gîragosê ya li navçeya Sûrê ya Amedê Cejna Paskalyayê were pîrozkirin. (10.30-12.30)    * Komîsyona Parastina Hawirdorê ya Amedê dê têkildarî jinûvedestpêkirina xebatên lêgerîna madenê ya li Zozanên Hesendînê li herêmê lêkolînê bike. (11.00)