Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin 2025-04-20 09:01:54 EDENE - Malbatên di dema pevçûnan de xizmên xwe winda kirin, piştgiriya xwe ya ji bo banga Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin ku ji bo aştiyeke mayînde divê dewlet gavan bavêje. Piştgiriya ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê de îlan kir, dewam dike. Malbatên ku xizmên xwe di dema pevçûnan de winda kirine dixwazin dewlet ji bo bersivê bide banga Abdullah Ocalan gav biavêje.   Birayê Halît Dîkmen ê di sala 1993'an de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Emîn Dîkmen diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û xwest dewlet gavan biavêje. Dîkmen bang li malbatên leşker û polîsan kir û diyar kir ku divê her kesên di vê pêvajoyê de zarok û xizmên xwe winda kirine ji bo çareserî û aştiyê berpirsyariyê bigirin.   'BILA DEWLET GAV BIAVÊJE'   Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Yûregîrê Zeynep Payam ku hevserê wê Mehmet Payam di sala 1994'an de li Edeneyê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, anî ziman ku ew naxwazin kes bimire û ji bo aştiyê têdikoşin. Zeynep Payam wiha got: "Ez naxwazim kes bimire yan jî zerarê bibîne. Ez dixwazim ev xwîn raweste. Ez dixwazim dewlet gav bavêje.”   Zeynep Payam da xuyakirin ku dewlet li şûna gavan biavêje êrîşên xwe dewam dike û wiha got: "Her du alî jî ji ber şer êş kişandine. Em hemû êşê dikişînin. Dema hevjînê min hat kuştin sê zarokên min hebûn. Zarokê min ê herî biçûk 15 roj bû. Gelo kes dizane ku min çi bi wan zarokan kir? Ez dixwazim xwîn raweste û aştî pêk bê."   'EM Ê DEV JI AŞTIYÊ BERNEDIN'   Birayê Sefer Cerf ê di sala 1994'an de li Edeneyê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin Remzî Cerf diyar kir ku ligel hemû êş û windahiyan aştiyê dixwazin. "Şer wêranî ye, rondik e, xwîn û xizanî ye. Lê aştî dostanî, biratî, hezkirin û bereket e. Em dixwazin aştî tavilê pêk were."   Yûsûf Bûlût ê di vî şerî de birayê xwe Mûsa Bûlût û biraziyê Mahmût Bûlût winda kir anî ziman ku ji dema avabûna komarê û vir ve Kurd tên înkarkirin û di encama têkoşîn û berdêlê de êdî nikarin înkar bikin. Bûlût dubare kir ku tevî hemû êşên hatine serê wan jî ew ê dest ji aştiyê bernedin.   'AŞTÎ WÊ BI AZADIYA OCALAN PÊK WERE'   Sadiye Eye ya di şer de birayê xwe Aydin Eye winda kir jî xwest aştî pêk were. Refîka Akin ku keça wê di sala 1993'an de tevlî PKK'ê bû û wiha got: "Em ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin, guleyan li me dibarînin. Em naxwazin êdî êşê bikişînin. Em aştiyê dixwazin." Rafîka Akin xwest, Abdullah Ocalan azad bibe û wiha axivî: "Nûnerê me yê aştiyê Abdullah Ocalan e. Weke şertê destpêkê yê vê pêvajoyê em azadiya wî û ya girtiyên nexweş dixwazin. Aştî wê bi azadiya Abdullah Ocalan pêk were."   MA / Hamdullah Yagiz Kesen