Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin 2025-04-20 09:25:06   COLEMÊRG -  Kudret Aksu ku kurê wê Suleyman Aksu li Pirsûsê hatibû qetilkirin, diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan ew li bendê ne ku dewlet gavan biavêje û got: “Banga me ji bo her dayika bedelên giran daye ye, em xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”   Bi ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin re 52 roj derbas bûn. Gelek derdorên cuda xwedî li bangê derketin û dixwazin ku dewlet û îktîdar gavên şênber biavaêje. Malbatên ku zarokên xwe di şer de winda kirine, bangên xwe yên ji bo dewlet gavan biavêje didomîne.    Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê li dijî ciwanên dixwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin, DAIŞ’ê bi bombeyan êriş kir. Di êrişê de 33 “Rêwiyên Xeyalan” hatin qetilkirin. Yek ji ciwanan jî Suleyman Aksu bû.    Dayika Aksu, Kurdret Aksu têkildarî pêvajoya hatiye destpêkirin axivî û got ku piştî serkeftina pêvajoyê bila kujerên kurê wê bên darizandin.    DI RÊYA AŞTIYÊ DE HATE QETILKIRIN   Suleyman Aksu, di sala 1990’ê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bû. Li Zanîngeha Çukurovayê ya Edeneyê beşa Mamostetiya Ingilîzî qedand. Aksu, ji bo ji zarokên Kobanê re bibe hêvî, ji Geverê ber bi Kobanê ve bi rê ket. Xeyalên Aksu, bi êrişa bombeyî re nîvco man. Aksu, li Gevera ku gelek jê hez dikir hate definnkirin. Di nava 9 salan de 7 caran gora wî hate texrîbkirin. Li dijî êrişên ser gora Aksu, di 25’ê Nîsana 2019’an de bi sûcên “Heqareta li dijî bîranîna şexs” û “Zirardayina perestgeh û goristanan” serlêdana sûc hate kirin lê tevî bi ser re 5 sal derbas bûne jî tu encamek jê nehatiye girtin.    TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ YA KURÊ XWE DIDOMÎNE    Dayika Aksu, Kudret Aksu xwedî li têkoşîna kurê xwe derket. Piştî qetilkirina kurê xwe, dersoka spî avêt serê xwe û li her dera zilm lê tê kirin ji bo aştiyê têkoşiya. Kurdret Aksu ku xwedî li mîrateya kurê xwe derket, ji bo xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aştiyê têdikoş e.    TÊKOŞÎNA EDALETÊ YA 10 SALAN   Kudret Aksu, bi bîr xist ku bi ser mirina kurê wê re 10 sal derbas bûne û got: “Divê faîl bên girtin û darizandin. Weke dayikeke zarokê wê hatiye qetilkirin, divê her dayik bikare pirsa te çima zarokê min kuşt bikare bike. Divê bikarin pirsa te çima ev mamosteye, ev rojnameger, ev parêzer qetil kir bikin. Ev 10 sal in em li benda darizandina faîlan û hevrûbûna bi wan re ne. Ez mereq dikim ka kurê min çima hatiye qetilkirin.”    ‘DORA AVÊTINA GAVÊ YA DEWLETÊ YE’   Bi domdarî Kudret Aksu anî ziman ku ew naxwazin canê kesekî biêşînin û wiha pê de çû: “Ev bû 10 sal li deşt û çiyan, li dibistanan digerim û li kurê xwe digerim lê nabînim. Bila ev şer xelas bibe û aştî bihêt. Ji roja ewil heta niha me her tim got çareserî û aştî. Me daxwaza ziman, xak û mafên xwe kir. Gelê Kurd dixwaze bi awayekî rûmet û bi serfirazî li ser xaka xwe bijî. Divê êdî dewlet gavan biavêje. Me gavek avêt êdî dora dewletê ye. Divê gavên şênber biavêjin.”    ‘BILA KUJER BÊN DARIZANDIN’   Kudret Aksu, diyar kir ku bi gavavêtina dewletê re dê bi hezaran girtiyên siyasî azad bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi hêviya aştî, edalet û azadiyê dijîn. Êdî divê malbatên leşker û polîsan jî têkildarî vê mijarê gavan biavêjin û bang bikin. Bila dilê dayikan neşewite. Banga me ji bo her dayika bedelên giran dayî heye; xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Bila ev şer û xwîn bisekine. Bila êdî ciwan nemirin. Piştî aştî û edaletê bila kujer bên darizandin. Daxwaza me ev e.”    MA / Rûken Polat - Mazlum Engîndenîz