Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve 2025-04-20 09:50:06 MÊRSÎN - Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Ji bo aştiyê divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Heta birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe pêvajo pêş nakeve.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û nîqaşên ser bangê hêj didomipn. Hema hema hemû derdor xwedî li bangê derketin lê heta niha jî îktîdar û dewletê gavên şênber neavêtine.    Xizmên girtiyan, xwedî li banga dîrokî ya Abdullah Ocalan derketin û gotin ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavên şênber biavêje.    BANGA XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ   Tevfîk Budak ku kurê wî Faîk Budak di sala 2011’ê de li Mêrsînê hate girtin û 58 salên girtîgehê û cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn, diyar kir ku hêviya wan ji pêvajoyê heye lê divê dewlet gavên şênber biavêje. Budak, got ku divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha domand: “Ji ewil jî divê girtiyên nexweş û yên kal bên berdan. Heta niha jî dewletê ji bo banga birêz Ocalan tu gavên şênber neavêtiye. Ji bo aştiyeke mayinde, divê di qanûnan de sererastkirin çêbibin. Bi taybet jî girîng e ku partiyên siyasî xwedî li pêvajoyê derkevin. Divê dengê aştiyê bê bilindkirin.”    'JI HER KESÎ RE ARAMÎ HEYE LÊ JI ME RE TUNE YE’    Razike Eksîk ku kurê wê Bayram Eksîk di sala 2012’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Mêrsînê hate girtin û 36 sal û cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn jî bal kişand ser bangê û got: “Derdên me pir û gelek in. Kurê min biçûk bû, nizanim ka kevir avêtiye jî yan na. Lê girtin û xistin zindanê. Ev 15 sal in girtî ye. Bila Rêberê me derkeve, zarokên me derkevin û her kes azad bibe. Mîna min, dilê gelek dayikan şewitî. Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Ji ber pirsgirêkên madî nikarim biçim kurê xwe bibînim. Îşala aştî bê û her kes bê berdan. Erdogan jî Bahçelî jî qala aştiyê dikin. Em jixwe aştiyê dixwazin.”    Biraziya Bayram Eksîk, Zîlan Eksîk jî bal kişand ser bêedaletî û newekheviya li welat û got: “Kurd her tim hatin eciqandin. Em dixwazin mafên me bên dayin. Tu sûcê apê min tune bû. Lê bi sala ye di girtîgehê de ye. Bû sê sal ez wî nabînim. Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê jî pêdivî bi çareseriyê heye.”    ‘EM BI HEV RE BIJÎN’   Fadil Tekîn ku kurê wî Samî Tekîn di sala 2022’yan de li Wanê hate girtin û cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn jî ev tişt anî ziman: “Kurê min di girtîgehê de ye, bi hezaran zarokên me şehîd bûn. Em êdî dibêjin bes e û aştiê dixwazin. Bila em nanê tisî bixwin lê bila mirovatî hebe, xwişk-biratî hebe. Divê efûyeke adilane derkeve. Ma ev şer dê heta kengî bidome? Ma heta kengî dê ev mirin bidomin? Divê her kes wiha bifikire. Naxwazim hêsirên çavên tu kesî bibarin. Banga min ji her kesî re ye; bila aştî û xwişk-biratî çêbibe. Bes e em êdî êşê nekişînin, bi hev re bijîn. Hewce bike em ê nanê tisî bixwin lê bila aştî hebe.”    'HETA AZADÎ NEBE DÊ PÊVAJO PÊŞ NEKEVE’    Gulten Benzer ku tiyê wê Suleyman Benzer ê 35 salî di sala 2010’an de hate girtin û cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn jî got ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan. Gulten Benzer, got: “Ji bo pêvajo pêş bikeve divê beriya her tiştekî dewlet ji bo girtîgehan gavan biavêje. Em piştgiriyê didin her gotina birêz Ocalan û heta dawiyê bi wî re ne. Ji bo aştî çêbibe divê êdî deriyên girtîgehan bên vekirin. Ev ne tenê daxwaza xizmên girtiyan, daxwaza hemû civakê ye. Bêyî azadiya birêz Ocalan dê pêvajo pêş nekeve. Weke gelê Kurd bi sala ye em daxwaza mafên xwe yên xwezayî dikin. Hêviyên me ji hevdîtinan hene û dixwazin bidomin. Lewma divê her kes xwedî li partiyê û xebatên wê derkeve.”    MA / Abdulkadîr Ayten