Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike 2025-04-20 10:25:29   STENBOL - Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku yek ji muxatabên banga Abdullah Ocalan jî dewlet e û divê gavan biavêje. Unsal, got: “Heke kongreyek were lidarxistin, divê birêz Ocalan bikare xwe bigihîne kongreyê û ji bo bikare ji mafê hêviyê sûd bigire divê gav bên avêtin.”     Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û niha rojeva sereke ya welat jî ev bang e. Piştî banga dîrokî, bi gelek derdorên cuda re hevdîtin hatin kirin û ji muxatabên bangê tê xwestin ku gav bên avêtin.    Siyasetmedar û parastvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal ku di pêvajoya 2013-2015’an de di Şandeya Aqilmendan de cih digirt, têkildarî banga Abdullah Ocalan û geşedanên piştre de axivî.    ‘PÊVAJOYA COTMEHÊ’   Unsal, bal kişand ser pêvajoya di meha Cotmehê de bi banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dest pê kirî û got: “Ji Cotmeha 2024’an ve li Tirkiyeyê siyasetê yan jî îktîdarê jiberkirinên têkildarî tevgera Kurd dan aliyekî û destê xwse dirêj kir û daxwaza aştiyê rasterast anî ziman. Her çend îktîdar ji vê pêvajoyê re bibêje ‘Tirkiyeya bêteror’ jî, hêj jî aliyan din ên Tirkiyeyê navek li vê pêvajoyê nekirine. Lewma mirov dikare jê re bibêje pêvajoya Cotmehê. Pêvajoya Cotmehê, pêvajoyeke wisa ye ku ji bo birêz Ocalan rêxistina xwe tesfiye bike, ji bo bibe serokê DEM Partiyê û li Meclisê biaxive, di asta herî jor de bang hate kirin. Ev yek dê bi demê re zelal bibe ka dê pêk bên an na.”    Bi domdarî Unsal, anî ziman ku pêvajoya heyî eleqeya xwe bi geşedanê li Sûriyeyê re heye û got: “Bi guhertina rejîma Sûriyeyê re îxtîmala ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêhtir serbixwe bibe û bibe xwedî statûyeke fermî. Vê jî Tirkiye tirsand. Lewma jî Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe hewl da Rêveberiya Xweser bieciqîne. Lê hêza wê têr nekir.”    ‘TIRKIYE NEÇAR MA KU QEBÛL BIKE’   Unsal, diyar kir ku Tirkiyeyê piştî guherîna rejîma Sûriyeyê bi hemû hêza xwe hewl da destkeftiyên Kurdan tune bike û wiha pê de çû: “Lê hêza wê têr nekir û neçar ma ku statuya heyî qebûl bike. Neçar ma ku rewşa Kurdan a li Sûriyeyê qebûl bike. Hevdîtinên di navbera Ahmet El Şara û Mazlum Ebdî de nîşanî hemû dinyayê dan ku daxwazên Kurdan mafdar in û kesek nikare jinedîtî ve bê. Li rexekî Kurd li Sûriyeyê dibin xwedî statû û li rexa din jî pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi hev re dimeşin. Ev pêvajo hinek girêdayî Sûriyeyê dest pê kir lê li Tirkiyeyê dikare ji bo çareseriya pirsgirêkê hin gavên erênî bên avêtin. Di vê mijarê de jî hewce bû birêz Ocalan bikeve dewrê ku dewletê jî wisa kir û hevdîtin dest pê kirin.”    ‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’   Di berdewamê de Unsal destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan destpêkeke nû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan li rexekî banga berdana çekan dike û li rexa din jî perspektîfeke ku demokratîkbûna hemû gelên Tirkiyeyê digre nav xwe, pêşkeş kir. Divê Tirkiye pêdiviyên vê bangê cîbicî bike. Pitşî banga birêz Ocalan, Devlet Bahçelî bang li PKK’ê kir ku kongreya xwe di 4’ê Gulanê de li Milazgirê li dar bixe. Heke kongreyek kom bibe, divê birêz Ocalan bikare xwe bigihîne kongreyê. Di şert û mercên heyî de zêde pêkan nîne birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî tev li kongreyê bibe. Lê divê dewlet mercên vê biafirîne. Divê dewlet di vê mijarê de gavan biavêje.”    ‘BILA MAFÊ HÊVIYÊ YÊ OCALAN BÊ CÎBICÎKIRIN’    Unal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîdkirina birêz Ocalan, li dijî qanûnên înfazê yên Tirkiyeyê ye. Di şertên asayî de divê birêz Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê li Îmraliyê rejîmeke înfazê ya pir taybet di meriyetê de ye. Mafê hêviyê, biryara DMME’yê ye ku Tirkiye jî endamekê wê ye. Divê Tirkiye li gorî biryarên wê tevbigere. Em biisrar dibêjin ku divê birêz Ocalan bikare ji mafê hêviyê sûdê bigire. Li gorî mewzûatên qanûnî divê Tirkiye bi biryarên DMME’yê bike. Rêveberên Tirkiyeyê çawa mecbûr bin bi qanûnên navxweyî bikin, mecbûr in bi yên DMME’yê jî bikin. Lê belê bi taybet jî di mijara pirsgirêka Kurd de biisrar biryarên DMME’yê cîbicî nakin. Mafê hêviyê, mafekî însanî ye. Astengkirina wê ne tenê binpêkirina hiqûqê ye, her wiha binpêkirina mafên mirovan e. Lewma jî gelek girîng e ku birêz Ocalan bikare jê sûd bigire.”    DIVÊ TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN   Êdî berpirsyartî li ser milê dewletê ye. Lewma jî ji bo birêz Ocalan ji mafê hêviye sûdê bigire divê tavilê dewlet gavan biavêje. Li hêla din ji bo birêz Ocalan bikare bi rêxistina xwe re hevdîtinê bike û beşdarî pêvajoya kongreyê bibe, hewceye sererastkirinên teknîkî û hiqûqî bên kirin. Heke ev bibin, dê pêvajoya tesfiyekirina PKK’ê temam bibe û pêvajo veguhere pêvajoya daxwazên Kurdan. Ev rewş dê bike ku li Sûriye û Tirkiyeyê pêşketin çêbibin. Heke li Sûriyeyê mesele çareser bibe û pirsgirêkên Kurdan ên li Tirkiyeyê bên paşguhkirin, ev meseleye çareser nabe. Em ji hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin ku daxwazên Kurdan cîbicî bikin. Ji ewil jî divê mercên tecrîdê yên birêz Ocalan ji holê bê rakirin, bikare ji mafê hêviyê sûd bigire û meseleya zimanê Kurdî bê çareserkirin. Her wiha divê girtiyên nexweş demildest bên berdan, pêşî li tayînkirina qeyûman were girtin û hevşaredar dîsa li peywira xwe vegerin. Demek beriya demekî divê dewlet di van mijaran de gavan biavêje.”    MA / Esra Solîn Dal