Li Seyhanê êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin 2025-04-20 13:15:34   EDENE - Li Seyhanê li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin û di êrişê de zirar gihişt tebelaya partiyê.    Li dijî avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê ku li ser Cadeya Abîdîn Paşayê ye, êriş hate kirin. Di encama erişa kes an jî kesên nasnameya wan nehat zanîn de zirar gihişt tabelaya partiyê. Rayedarên partiyê ji bo nasnameyên kesên tabelaya partiyê parçe kirin bên tespîtkirin û der heqê wan de kirariyên qanûnî bên destpêkirin, serlêdan kirin.