Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê 2025-04-22 11:33:51   BALIKESÎR - Li Balikesirê jina bi navê Ayten M. li mala xwe bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin.   Ayten M. (75), ku li taxa Karesî ya Balikesirê dima û bi hefteyan e agahî jê nedihat girtin, li mala xwe bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, dema Ayten M. bi hefteyane ji aliyê cîranên xwe ve nedihat dîtin, ji rayedaran re hat ragihandin. Polîs ketin hundirê malê û kûçikekî spî û kurê jinê S.M. dîtin. Ş.M. ê ku derî li kesî venekir, bersiv da polîsên ku jê pirsîn: "Dayika te li ku ye?" û got , "Li hundir radizê."   Dema hat diyarkirin ku jin miriye, kurê wê Ş.M. hat binçavkirin. Di mudaxaleya yekemîn a ekîbên tibî de ti lêdan an jî birîneke tûj nehat dîtin. Cenazeyê jina ku weke "mirina bi guman" hat qeydkirin, ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.