Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin 2025-04-22 15:35:32   STENBOL - Rûniştina doza rojnameger Mehmet Ferhat Çelîk û Osman Akin hat taloqkirin.   6'emîn rûniştina doza derbarê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Mehmet Ferhat Çelîk û Gerînendeyê Karên Nivîsan Osman Akin de ku bi îdiayên "îftira" û "heqaretê" li ser giliyê Alîkarê Serokê Medyaya Turkuvaz Serhat Albayrak hatibû kirin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Di rûniştinê de parêzerê Albayrak amade bû. Parêzerê Osman Akin Ozcan Kiliç ji bo rûniştinê mazeret pêşkêş kir.   Parêzerê Albayrak diyar kir ku giliyên wî dewam dikin. Dadgehê biryar da ku biryara girtinê ya der barê Mehmet Ferhat Çelîk de li benda înfazê bimîne. Heyeta dadgehê bi hinceta parêzer Ozcan Kiliç qebûl kir û rûniştin taloqî 14'ê Îlonê kir.