Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin 2025-04-25 09:27:06 AMED - Parêzer Servet Ozen diyar kir ku divê sererastkirinên qanûnî yên têkildarî “Mafê hêviyê” tavilê bên kirin û got: “Hewceye pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin û her tim weke şantaj neyê bikaranîn.”  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin, di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî bangê, yek mijarên herî zêde li ser tê axaftin, “Mafê hêviyê” ye. Bi ser banga dîrokî re hema hema 2 meh derbas bûn lê hêj jî dewletê tu gavên şênber neavêtiye.         Parêzer Servet Ozen ku di salên 2006-2009’an de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, têkildarî tecrîda heyî û “Mafê hêviyê” axivî.    ‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ HEBIN’   Ozen, diyar kir ku tu temînaeta hevdîtinên li Îmraliyê bi înîsiyatîfa otorîteya cemaweriyê tên kirin nînin û got: “Tecrîd hêj didome. Mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran, yên telefon û hwd. hêj tên binpêkirin. Hevdîtinên bi erêkirina otorîteya cemaweriyê û îktîdarê tên kirin, nayê wateya rakirina tecrîdê. Nabe ku mafê hêviyê girêdayî şertan bikni. Ji ber ku mafekî gerdûnî ye. Lê li Tirkiyeyê ji ber pozîsyona birêz Ocalan, qanûnan şexsî dikin. Anku cihêkariya herî mezin tê kirin. Hem rewşa polîtîk hem jî zemîna hiqûqî ji bo mafê hêviyê guncav e. Divê ji bo mafê hêviyê tavilê di qanûnan de sererastkirinan bikin. Ji bo were kontrolkirin ka ev maf tê cîbicîkirin an na jî divê rêxistinên civaka demokratîk û temamiya civakê di nava mekanîzmayeke serbixwe de cih bibire.”    ‘DIVÊ DERDORÊ CIVAKÎ VENÊRÎNÊ BIKIN’    Ozen, da zanîn ku Komîteya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê li gorî berjewendiyên xwe cotstandartiyê dike û got: “Tevî biryara DMME’yê ya di mijara Mafê hêviyê de jî komîteyê tiştên diviyabû li dijî Tirkiyeyê bike, nekir. Divê mafê hêviyê di qanûnan de were sererastkirin û saziyên serbixwe û bêalî yên bi temamî ji civakê pêk tên, venêrîna wê bikin.”    ‘DIVÊ POZÎSYONA OCALAN BÊ MISOGERKIRIN’   Bi domdarî Ozen, anî ziman ku divê pozîsyona Abdullah Ocalan bi qanûnan-destûra bingehîn were misogerkirin û her tim weke amûra şantajê neyê bikaranîn. Ozen, got: “Heke têkildarî birêz Ocalan sererastkirinek were kirin, divê temînata wê hebe. Ji berdanê heta başkirina mercên li Îmraliyê, divê zemîna ku bikare bi serbestî biçe û were, bikare hevdîtinan bike, aktîvîteyên zêhnî û fîzîkî bike, fikrên xwe bi rehetî bi civakê re bike were avakirin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê tavilê di qanûnan de sererastkirin çêbibin û bi vê yekê re mercên xebatê yên birêz Ocalan jî bên başkirin.”    ‘NÊZIKATIYA MIJÛLKIRINÊ NE LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE’    Di berdewamê de Ozen destnîşan kir ku gavên têkildarî rewşa Abdullah Ocalan dê nebaweriya li dijî pêvajoyê ji holê rake û ev tişt anî ziman: “Gavên pratîk ên di vê mijarê de dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Rojhilata Navîn gavên erênî bin. Lewma divê sererastkirinên qanûnî tavilê bikevin meriyetê. Helwesta mijûlkirinê ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Di dawiya dawî de trafîkeke hevdîtinan a cidî heye. Ewqas cidî ye ku birêz Ocalan ne behsa berdana çekan, banga fesihkirinê kir. Ev bang ji hêla birêz Ocalan ve asta herî jor bû. Divê dewlet jî di vê mijarê de gavên guncav biavêje. Di demeke her roj operasyon û êrişên hewayî tên kirin de mimkin nîne kongre bicive. Divê gavên baweriyê xurt dikin bên avêtin. Ev pêvajo wiha dikare bidome.”    ‘BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’    Ozen, got ku gotinên Abdullah Ocalan ên berê û yên niha hevdu digirin. Ozen, diyar kir ku di sala 1993’yan de jî Abdullah Ocalan behsa çareseriya demokratîk û aştiyane kiriye û niha jî wan gotinên bi awayekî hûr û kûrtir dibêje. Bi domdarî Ozen got ku ji bo pêvajoya heyî bimeşe berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. Ozen, axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên li gorî civakê guncav dike û ev temamiya civakê eleqedar dike. Di rewşekî wiha de tu kes nikare ‘Ez ê li derveyî vê mijarê bisekinim.’ Berpirsyartî dikeve ser milê aktorên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, baro, parêzer, rewşenbîr-nivîskaran. Divê her kes ji bo domandina pêvajoyê tişta ji dest tê bike. Divê pergaleke civakî ya ji tundî, alozî û şer dûr û siyaseta demokratîk û temînatên hiqûqî lê mayinde û hemû derdorên cuda bi hev re tê de dijîn, were avairin.”    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel