Karkerên îneşatê dê ji bo daxwazên xwe li qadên 1'ê Gulanê bin 2025-04-26 09:07:46 STENBOL- Karkerên înşaetê diyar kirin ku ew ê beşdarî mîtînga 1'ê Gulanê ya li Kadikoyê ya bi daxwaza çareseriya pirsgirêkên ewlekariya kar, paqijî û kêmkirina heqdestan bê lidarxistin bibin. Ji 1'ê Gulanê Cejna Karkeran re hindik ma. Bi vê re amadekariyên saziyên kedkar û pîşeyî dewam dikin. Pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Stenbolê wê li Kadikoyê bi dirûşmeya "Em ê ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê bi ser bikevin" bê lidarxistin. Karkerên înşaetê yên ku bi gelek pirsgirêkên wekî şert û mercên neewle yên kar û mûçeyên kêm têdikoşin, wekî her sal wê îsal jî li qadan bin.   Li gorî daneyên Tîrmeha 2024'an ên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), li Tirkiyeyê milyon û 847 kes li se rîneşatê dixebitin. Li gorî Rapora Cinayeta Kar a sala 2024'an a Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), di sektora înşeatê de 484 karker jiyana xwe ji dest daane.    Karker wê ji bo mafê jiyanê û hemû binpêkirinên mafan di 1'ê Gulanê de li qadan daxwazên xwe biqîrin.    Yek ji xebatkarên Navenda Fînansê ya ku li Ataşehîrê tê avakirin Atîlla Keser diyar kir ku pirsgirêka sereke ya wan kêmbûna heqdestan û şert û mercên neewle ye. Keser got: "Wekî hemû înşaetan, li înşaata ku em lê dixebitin jî ji ber kar gelek mirin çêbûn. Sedema vê jî ew e ku tedbîrên pêwîst nehatin girtin. Ji ber vê yekê hemû hevalên karker dixwazin maf neyên desteserkirin û pêşî li cinayetên kar bê girtin. Ji bo vê jî divê gavên pêwîst bên avêtin."   Keser diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de wekî karkerên înşaetê li qadan bin û got: "Eger di 1'ê Gulanê de kedkar hevgirtineke xurt nîşan bidin, ez di wê baweriyê de me ku dê daxwazên wan bi cih werin."    Karkerê înşaetê Dilaver Gumul diyar kir ku ji bo xebatê ji Wanê hatiye Stenbolê û wiha got: "Em dixwazin ewlehiya kar hebe. Karker ji bo karekî birêkûpêktir çi ji destê wan tê dikin. Dema ku hûn mafên xwe dixwazin hûn ji kar tên derxistin. Sendîkabûn ya herî baş e. Ez wekî karkerê înşaetê daxwaza mafên xwe dikim. Ji bo mafên karkeran her kesî vedixwînim Kadikoyê."   Karkerê Înşeatê Hekîm Şahîn ê ku ji Rihayê hatiey Stenbolê jî bal kişand ser şert û mercên xirab ên karker tê de ne û got: "Karker ji bo dengê xwe bidin bihîstin û mafên xwe bi dest bixin divê di 1’ê Gulanê de li Kadikoyê bin. Ez ji malbata xwe dûr dixebitim. Eger ez mafên xwe neparêzim, ev yek dê bi ser nekeve."   Hamît Ozaydinê ku ji Rihayê hatiye Stenbolê jî got: "Divê karker ji bo mafê xwe di 1'ê Gulanê de li Kadikoyê bin."    MA / Melîk Çelîk