Hejmara nû ya kovara Jinê derket 2025-04-27 10:27:28 STENBOL - Hejmara 113’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bedena min e! Biryar a min e!” derket.  Hejmara 113’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bedena min e! Biryar a min e!” derket. Di vê hejmarê de kovarê bi nivîsên têkildarî tehekûma li ser bedena jinê tê kirin, pratîkên berxwedanê, têkoşîna kedê û newekehviya zayenda civakî re têkoşîna jinan ji gelek aliyan ve girtiye dest.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:    *Di cewhera îktîdarê de wateya sembolîk a bedena jinê / Kîbriye Evren   *Pergala mêrê serdest a diheje / Ayla Akat Ata   *Patriyarka, kapîtalîzm û pergala tenduristiyê ya xwemalîkirî êrişî jinan dikin / Selma Gungor    *Di qada dijîtalê de bedena jinê: Xuyanîbûn e yan tundî ye? / Ezgî Sila Demîr   *Navê min Nûjiyan e: Ez navê çîrokeke rast im / Aylîn Karakaş   *Di çarçoveya qirkirina kok û şaxê de Qirkirina Êzidiyan / Dîlan Ateş   *Em çi ji ruhê 1’ê Gulanê fêm dikin? / Oya Açan   *Ji hêla tecrûbeyan ve: Bijî 1’ê Gulanê / Ebrû Yildirim