Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’ 2025-04-28 09:04:58   NAVENDA NÛÇEYAN - PKK’ê têkildarî banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê daxuyaniyeke nû da û got: “Hêvîdarin şert û mercên xebatê yên azad ên Rêber Apo ava bibin ku bikare kongreya partiyê li dar bixe.”    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û nîqaşên têkildarî bangê didomin. PKK’ê piştî banga Abdullah Ocalan, di 1’ê Adarê de daxuyanî da û got ku ew ê li gorî banga Abdullah Ocalan tevbigerin û agirbest ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo kongre bicive divê mercên ewlehiyê ava bibin û Abdullah Ocalan bi xwe kongreyê birêve bibe. Bi ser bang û daxuyaniyê re nêzê du meh derbas bûn lê heta niha jî dewlet-îktîdarê tu gav neavêtine. Li hêla din medyaya nêzî hikûmet ji bo kongreya PKK’ê dîrokên cuda dixe rojevê.    Di demeke nîqaş didomin de PKK’ê têkildarî geşedanan daxuyaniyeke nû ya girîng weşand. Li gorî nûçeya ANF’ê, Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de got ku ew li benda guherîna rewşa Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ne. Her wiha hat gotin ku divê mercên jiyaneke azad û xebatê yên Abdullah Ocalan bên afirandin ku bikare kongreyê birêve bibe. Di heman demê de daxuyaniyên PKK’ê yên berê jî hatin bibîrxistin û hate gotin ku xwedî heman helwest û biryardariyê ne.    'AŞTIYEKE BÊYÎ AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ NABE’    Di daxuyaniyê de PKK’ê bal kişand ser 1’ê Gulanê Cejna Karkeran û kesên di berxwedana 1’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevgera me û gelê me vê 1’ê Gulanê li ser bingeha 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de daye, dijîn. Eşkere ye ku aştî bêyî azadî û demokrasiyê nabe. Bêyî aştiya Kurdistanê ne mimkûn e ku li Rojhilata Navîn û cîhanê dawî li pevçûnan bên û aştiyeke rasteqîn pêk were. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst a cîhanî li ser esasê parçekirina Kurdistanê û serdestiya wê ya mêtinger ava bû. Lewma aştiya rasteqîn a li cîhanê û Rojhilata Navîn tenê bi aştiya Kurdistanê re dikare pêk were. Civaka demokratîk sekneke cewherî ye ku li gorî xwezayê mirovahiyê ye. Ev civak civakeke aborî, ekolojîk, azadiya jinê, konfederalîzma demokratîk û sosyalîst a demokratîk e. Di roja me ya îro de ji her kesî bêhtir pêwîstiya jinê û Kurdan ên bindest bi aştî û pêşxistina civaka demokratîk heye. Ji ber vê yekê gelê me û dostên me di serî de jin û ciwan wê wateya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kûrtir fêm bikin û çalakiyên 1’ê Gulanê veguherînin geşkirina vê hişmendî û çalakiyê. Bi belavkirina paradîgmaya modernîteya demokratîk li cîhanê re, wê di her qadê de hişmendiya enternasyonalîst a sosyalîst a demokratîk û hevgirtinê bi pêş bixin.”   'DIVÊ BIKARE KONGREYÊ BIRÊVE BIBE’    Di daxuyaniyê de hate gotin ku PKK xwedî li banga 27’ê Sibatê derdikeve û wiha hate domiya: “Gelê me û raya giştî ya demokratîk baş dizane ku em weke Tevger û gel bi hemû hêza xwe xwedî li banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ji bo aştî û civaka demokratîk derketin û ev 2 meh in em hewl didin vê bangê rast fêm bikin û bi awayekî serketî pêk bînin. Me di daxuyaniyên xwe yên 1'ê Adarê û Newrozê de ev helwest bi zelalî anî ziman. Tevî taktîkên taloqkirinê û êrîşên leşkerî yên desthilatdariya AKP'ê jî, em vê helwesta xwe didomînin. Ji ber em di ferqa zehmetiya çareserkirina pirsgirêkên heyî de ne, lewma em bi bêhnek fireh tevdigerin û hewl didin ku nebin aliyê ku pêvajoyê xira dike. Heyeta DEM Partiyê daxuyaniyên xweşbînî dike. Em dibihîzin ku Rêber Apo bi hêvî ye û xebatên xwe didomîne. Lê belê ji bo tiştên ku di banga 27'ê Sibatê de hat gotin bê pêkanîn, heta niha gavên şênber nehatine avêtin. Em hêvî dikin ku ev rewş biguhere, Rêber Apo bikaribe azad bijî û bixebite û kongreya partiyê ya ku her kes bi kelecanekê li bendê ye bi rê ve bibe.”    'DEM DEMA GUHERÎN Û VEGUHERÎNÊ YE’    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em careke din gelê xwe û dostên xwe hişyar dikin û bang li wan dikin ku banga 27'ê Sibatê rast fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27'ê Sibatê ne bangek e ku dewlet an jî hikûmet tiştekî bide me ye. Berovajî vê ev bang bi hişmendiya azadî û demokrasiyê perwerdekirin, rêxistinkirin û demokratîkkirina civakê ye. Aştî tenê li ser vê bingehê dikare were bidest xistin û civakeke demokratîk tenê bi vê têgihiştinê were avakirin. Ji ber vê yekê divê ti kes ne di rewşa bendewariyê de be. Li gorî bingeha yekitî, hevgirtin û têkoşînê ya 1'ê Gulanê divê her kes seferber bibe û ji bo pêşxistina hişmendiya civakî ya demokratîk, rêxistinbûn û yekitiya hemû bindestan bixebite. Divê her tişt li ser vê bingehê bê bidest xistin.   Beriya her tiştî divê mirov zîhniyet û şêwaza jiyana xwe biguhere. Banga Aştî û Civaka Demokratîk beriya her tiştî banga şoreşa zîhniyet û jiyanê ye. Divê ev rastî pir baş were fêhmkirin. Di xeta aştî û civaka demokratîk de dema guhertin û veguhertinan hatiye û vê pêvajoyê êdî destpê kiriye. Çiqas li ber xwe bidin jî wê ti kes nikaribe li derveyî vê guherîn û veguhertinê bimîne. Rêber Apo guhertin û veguhertina xwe ya şoreşgerî pêk aniye. PKK’ê jî li ser vê bingehê guhertin û veguhertina pêwîst dijî. Li ser vê bingehê hemû gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd wê guhertin û veguhertina demokratîk pêk bînin û ev yek wê li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe sedema guhertin û veguhertina demokratîk. Hem 1’ê Gulanê hem jî meha Şehîdan wê bibe wesîleya ku gel û dostên me di pêşengiya jin û ciwanan de guhertin û veguhertineke bi vî rengî bijîn.   Li ser van bingehan em careke din 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran, jin û ciwanan, hêzên sosyalîst û şoreşger pîroz dikin. Em di şexsê hevrê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr û Hozan Mizgîn de hemû şehîdên meha Gulanê bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her deverê, bi awayekî çalak û xurt beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin!”