Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin 2025-05-06 13:30:14   STENBOL - Di danişîna doza Bedirhan Sarsilmaz ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara beraetê hate dayin.    Danişîna ewil a doza endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bedirhan Sarsilmaz ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Sarsilmaz û parêzerên wî tev li danişînê bûn. Her wiha gelek hiqûqnasên ji welat û derveyî welat jî doz şopandin.    Parêzera Sarsilmaz, Nagehan Avçîl got ku xebatên pîşeyî yên Sarsilmaz weke delîl hatine nîşandan û ev delîl bi awayekî derqanûnî hatine bidestxistin. Nagehan Avçîl, xwest ev delîl ji dosyayê bên derxistin.    Serokê dadgehê, beriya ku der heqê daxwazê de biryarê bide yekser derbasî parastina Sarsilmaz bû.    ‘MAFÊ PARASTINÊ PÎROZ E’   Sarsilmaz jî diyar kir ku delîlên di dosyayê de delîlên razber in û got: “Min bi xwendekaran re hevdîtin kiriye, dibêjin ‘terorîst.’ Mamoste, bijîşk her kes ‘terorîst’ e. Ez weke parêzerek têm darizandin. Komeleya me OHD jinan, bindestan diparêze. Ez jî li ser van mijaran disekinim. Kelemçekirina destên parêzerekî, kelemçekirina meqama parastinê ye. Lewma em dibêjin mafê parastinê mafekî pîroz e. Ez beşdarî çalakiya Çatimiz Gokyuzuyê bûme û ji bo piştevaniyê çûme serdanê. Xwendekaran li parkan çalakî dikirin û ez jî çûme wir. Saetekê li wir mam. Çûyîna wê derê rewşekî exlaqî ye. Nabe ku ev weke sûc were nîşandan. Axaftinên telefonê jî ew in ên ku min dosyaya wan jê xwestiye. Nûçeyên min ên tecrîdê jî li dosyayê hatine zêdekirin. Weke parêzerek berpirsyartiya min e ku rojevê çêkim û meclisê bixim nava tevgerê. Min gotiye ku birêz Abdullah Ocalan nikare ji mafên xwe sûdê bigire. Bi rastî jî wisa ye. Li vir edaletek tune ye. Min gotiye ‘mafê hêviyê.’ Min qala biryara DMME’yê kiriye. Dibe ku qanûn biguherin lê rastî tu caran naguherin.    Axaftinên min ên bi bav, mam, miwekîlên min û parêzeran re weke sûc hatine nîşandan. Gelo ma ez bi bavê xwe re naaxivim? Bavê min beraet kir. Lêpirsîneke ewqas bêcidiyete ku axaftina min a bi min bi xwe re jî weke delîl hatiye nîşandan. Ma em dikarin vê îdianameyê cidî bigirin? Ez 4 mehan girtî mam. Rastî gelek derhiqûqtiyan hatim. Ez daxwaza beraeta xwe dikim.”    ‘TEVEK JÎ RAZBER IN’   Parêzer Bêrîvan Barîn jî got ku mezintirîn sûcdariya tê kirin ji ber mijara “mafê hêviyê” ye. Bêrîvan Barîn, gotinên Devlet Bahçelî yên têkildarî tecrîd û “Mafê hêviyê” d bi bîr xist. Bêrîvan Barîn, got ku hemû delîlên sûc razber in û daxwaza beraetê kir.    Endama Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Ezgî Şahîn jî got ku xebatên pîşeyî yên Sarsilmaz hatine krîmînalîzekirin û daxwaza beraetê kir.    Dozger jî mutalaaya xwe aşkera kir û daxwaza beraetê kir.    BERAET   Şandeya dadgehê jî bi sedema “hêmayên sûc çênebûne” biryara beraetê da.