Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin 2025-05-08 12:06:52   AMED - Girtiyên nexweş Arjen Sîdar Karatay ku dosyaya wî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin, jinûve hate darizandin.    Girtiyê nexweş Arjen Sîdar Karatay ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûr a Amedê de hatibû girtin, jinûve hate darizandin. Karatay, di sala 2016’an de bi îdiayên “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” û “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin û dosyaya wî ji hêla Dadgeha Bilind ve hate betalkirin. Li ser vê yekê, Karatay jinûve hat darizandin. Danişîna duyemîn a doza Karatay li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgeha Bilind xwestibû ku ûdiayên “endamtiya rêxistinê”, “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” û “ji ber peywira cemaweriyê hewl daye kesekî bikuje” bên lêkolînkirin û bi vê boneyê biryara jinûvedarizandinê dabû. Karatay û parêzera wî Ozum Vurgun di danişînê de amade bûn.    Dozger, xwest ku ji ber heman îdiayan cezayê hefsê li Karatay bê birîn.    Karatay jî tawanbariyên tên kirin red kir û daxwaza tehliyeya xwe kir.    Parêzer Ozum Vurgun jî got ku miwekîlê wê di lîsteya girtiyên nexweş ên ÎHD’ê de cih digire û xwest were tehliyekirin. Her wiha ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest.    Dadgehê, daxwaza demê qebûl kir û ya tehliyeyê jî red kir. Danişîn, taloqî 17’ê Hezîranê hate kirin.