Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin 2025-05-10 16:02:40   STENBOL -  TJA’yê û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ji bo Roja Dayikan bernameyek li dar xistin. Di bernameyê de helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Ji hemû zarokan re” ji bo zarokan nivîsandiye, hate xwendin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bagcilar a Stenbolê bernameyek li dar xistin. Gelek jin tev li bernameyê bûn û pankarta bi nivîsa “Ji bo dayikan diyariya herî baş aştî ye” hat daliqandin.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nameyên ku ji hêla zorakan ve ji bo wî hatine şandin bi navê “Ji Hemû Zarokan re” helbestek nivîsî. Ev helbest di bernameya Roja Dayikan de cara yekem bi raya giştî re hate parvekirin. Abdullah Ocalan helbesta xwe diyarî zarokan kir.   Kurmanciya helbesta ku bi Tirkî hatiye nivîsandin wiha ye:    “Ji tevahî zarokan re   Sibehekê min û wan hevdu nas kir   Dema ku deriyê sar û rizdekirî vebû   Weke her rojê gardiyan hat   Di destê wî de gelek rojname hebûn   Min jê pirsî; Îro name hatine?   Bi dengekî nizm got; 195 name hatine   195 name. Di her nameyekê de 195 zarok.   Îro hemû hatine serdana min   Îro hemû mêvanê min in   Di nava van çar dîwarên teng de     Zarokno! Hûn bi xêr hatin;   Tevî gul û kulîlkan hûn hatin.   Hevalên min ên dilmezin   We dinya anî odeya min   Odeya min a bêhna mirov lê diçike   We bêhna buharê bi xwe re anî   We reng hemû berdan nava behrê   Bêhna zarokan hemûyan dikişînim nava xwe   Yek bi yek hemûyan himbêz dikim     Piştre min rojname tevdan û li wan nêrî   Ji nişkê ve çavê min çûn ser quncikekê   Li ser zemînekî reşûspî   Resmên li ber hev ên rêzkirî   Resmên zarokên Ûrfayî   Zarokên giş bi temamî spî,   li ber objektîvê rêz bûne,   di her awirekî de mîna gotinekê   mîna çalakiyekê ne,   herî piçûkê wan; cîhanek   Çavên min wisa pêve man,   min dûrûdirêj li wan nêrî   hema bêje ez wisa nîv saetê mam,   Ez çûm cem zarokan,   çûm wî warê 195 zarok jê hatibûn,   ez bi wan zarokan re çûm,   çûm cem zarokên cîhanê hemûyan,   Ew awir romanên bênav in,     Ez îro li ser destên piçûkan meşiyam,   Min destê xwe da destên zarokan   Azadî bi wan dest pê dike, bi wan diqede,   Min îro bêhna behrê û axê hembêz kir   Jixwe ez her tim zarok bûm   Ez di alema zarokan de veşartî bûm   Wexta ku ez bi hogirên xwe yên biçûk re    hûrûkûr ketibûm nav sohbetê,   Ez veciniqîm bi dengê rizdeya deriyê hesinî,   Tenê saetek destûr hebû ji bo bêhndanê   Wexta ku ez meşiyam   û min gav avêt   li asîman quling difiriyan,   min destê xwe li wan ba kir   bi dengekî ji nava dilê xwe   min got: "Silav"   Min got; silavên min li wan bikin,   silavên min bikin li 195 zarokan...   Ji wan re bibêjin;   bila bedewiyê, zanistê hîn bibin,   Ji dê û bavan re bibêjin   bila wan birçî nehêlin   bêjin qulingno bêjin   ji zarokên biçûk ên Ûrfayî re   ez zarokan maç dikim   silavên min li zarokan hemûyan bikin,   Ûbêjin; Rêber wê ji bo we hemûyan bijî   Bêjin; ez ji wan pir hez dikim   Bêjin; ez çavên her kesî maç dikim.     Rêbertî.”     Piştî xwendina nameyê li eywanê dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.