Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin 2025-05-12 12:33:57 ÎZMÎR - Di danişîna doza rojnameger Semra Turan, Tolga Guney, Delal Akyuz û Melîke Aydinê de ji bo Semra Turanê biryara beraetê hate dayin. Ji bo Akyuz, Guney û Melîke Aydin jî daxwaza cezayê hate kirin.  Danişîna doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Tolga Guney, Delal Akyuz û nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cuda cuda tên darizandin, li hat lidarxistin. Danişîna rojnamegerên di heman operasyonê de hatine binçavkirin û der heqê wan de îdianameyên cuda hatin amadekirin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat lidarxistin. Semra Turan tev li danişînê nebû lê rojnameger Guney û Melîke Aydin û parêzerên wan amade bûn.    Ji ewil danişîna doza Semra Turanê hat lidarxistin. Parêzerê Semra Turanê got ku îfadeyên şahidan û materyalên dijîtal ên li dosyayê hatine zêdekirin ji bo tawanbariya tê kirin têr nakin û daxwaza beraetê kir.    Dadgehê jî bi sedema tunebûna delîlan biryara beraetê ji bo Semra Turanê da.    DANIŞÎNA 3 ROJNAMEGERAN HATE TALOQKIRIN    Piştre jî danişîna rojnameger Melîke Aydin û Tolga Guney hat lidarxistin. Piştî guhdarîkirina şahida aşkera Buse Aslanê, dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir û xwest ku her du rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin.    Parêzeran ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwestin. Danişîn taloqî 18’ê Tîrmehê hate kirin.    Herî dawî jî danişîna rojnameger Delal Akyuz hate lidarxistin. Akyuz, got ku ew îfadeyên Buse Aslanê qebûl nake û karê rojnamegeriyê kiriye.    Dozger jî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza were dayin.    Dadgehê biryar da ku biryara tevdîra kontrola edlî ya der heqê Akyuz de bidome û danişîn taloqî 18’ê Tîrmehê kir.