Navenda Bangê bi Kurmancî dest bi xizmetê kir 2025-05-13 11:51:24   AMED - Di çarçoveya xizmetên şaredariya pirzimanî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, Navenda Bangê ya ALO 153 bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî dest bi xizmetê kir.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebatên xwe yên li ser Navenda Bangê ya ALO 153 ku ji bo daxwaz, pêşniyar û giliyên welatiyan di çarçoveya şaredariya civakî de hat avakirin, dewam dike. Bi rêya Navenda Bangyê ya girêdayî Midûriyeta Ragihandin û Têkiliyên Bi Gel re bi hezaran welatî bêyî ku her roj biçin avahiya xizmetê ya şaredariyê derfetên xwe ragihinin. Navenda Bangê heta niha bi Tirkî xizmet dida, lê êdî ew ê daxwazên bi Kurdî jî qebûl bike û bi vî awayî xizmeta bi zimanê dayikê bide.   ŞAREDARIYA PIRZIMANΠ   Rêvebera Beşa Çapemenî, Weşangerî û Têkiliyên Bi Gel re Bêrîvan Guneş diyar kir ku wan wek gava yekem a xizmetên şaredariya pirzimanî bi zaravayê Kurmancî dest bi xizmetê kirine û diyar kir ku di pêvajoyên pêş de ew ê xizmetên xwe bi Kirmanckî, Îngîlîzî û Erebî bidomînin.