Kalmaz: HDK dê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bike 2025-05-14 11:51:31   STENBOL - Mûrat Kalmaz ê HDK’î diyar kir ku pêvajoya têkoşîneke nû dest pê kiriye û got: “Em ê avakirina civaka demokratîk komunal ku birêz Ocalan ser disekine, bi meclis û komunên taxên bidin destpêkirin.”    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li ser vê yekê PKK’ê jî di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. Danezana kongreyê di 12’ê Gulanê de hate aşkerakirin û hate ragihandin ku PKK’ê xwe fesix kiriye. Kongre û biryarên wê hêj jî rojeva sereke ya raya giştî ya welat e.    Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Mûrat Kalmaz, têkildarî pêvajoyê û berpirsyartiyan axivî.    AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK   Kalmaz, da zanîn ku di pêvajoyeke dîrokî de ne û da zanîn ku di “avakirina civaka demokratîk” de ku di banga Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê de derket pêş, rola pêvajoyê girîng e. Kalmaz, got: “Em di serdemeke guherîn û veguherînê de ne. Dikarim bibêjim weke HDK’ê me rol û risteke mezin di vê pêvajoyê de li xwe girt. HDK, zemîna demokratîkbûna Tirkiyeyê û avakirina civaka demokratîk e. Ji ber ku sazî, gel û baweriyên cuda di nav xwe de dihewîne. Weke HDK’ê em ê pêşengtiya demokratîkbûna Tirkiyeyê, avakirina civaka demokratîk bikin. Ji bo têkoşîna aştiyê civakî bibe em ê bi rolên cuda rabin. Em ê li qadê bin, bi gel re bin û pêşengtiyê bikin. Divê hemû rewşenbîr, nivîskar, jin, kedkar û derdorên cuda yên Tirkiyeyê jî xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”    ‘DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BIAVÊJE’   Kalmaz, daxuyand ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê dewlet gavan biavêje û wiha pê de çû: “PKK’ê bi lidarxistina kongreyê re berpirsyartiya xwe bicih anî. Dewletê heta niha ji bo her daxwaza maf bi polîtîkayên ‘ewlekariyê’ û ‘terorê’ bersiv da. Birêz Ocalan ev hincet ji holê rakir. PKK’ê bi fesixkirina xwe re berpirsyartî xist ser milê dewletê. Divê dewlet di mijara azadiya birêz Ocalan, sererastkirinên di qanûnan de, xurtkirina rêveberên herêmî, mafên ziman-çandî û hwd. de tavilê gavan biavêje. Ji bo girtiyên nexweş heta niha tu pêşketin çênebûne û divê tavilê sererastkirinek bê kirin. Çarçoveyeke qanûnî, guhertina qanûnan, naskirina îradeya hemwelatiya wekhev, ev ne tenê daxwazên gelê Kurd in, daxwaza civaka Elewî ne jî. Her wiha pirsgirêka aboriyê û ya çîna karker jî heye. Divê dewlet ji bo van jî gavan biavêje. Heta niha tu gavên şênber nehatine avêtin. Divê dewlet tavilê gavên şênber biavêje.    DI PÊVAJOYA NÛ DE HDK   Destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye. Dê têkoşîn bi rêbazên cuda bidome. Birêxistinkirina civakê û avakirina xweparastinê, her wiha avakirina civaka demokratîk komunal ku birêz Ocalan li ser disekine, em ê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê meclisan û li taxan jî bi avakirina komunan bidin destpêkirin. Qada têkoşînê ya nû tam jî ev e. Ji bo civak xwe birêxistin bike, xweparastina xwe pêş bixe û îradeya xwe ya cewherî pêk bîne, rol û rista ku jin, ciwan, tevahiya civakê HDK’ê li xwe digire gelek girîng e Bi avakirina meclisên navçeyan, komunên taxan em ê ji vê pêvajoyê re bibin bersiv.”    MA / Yeşîm Tukel