Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’ 2025-05-14 13:18:33   NAVENDA NÛÇEYAN -Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bersiv da daxwaza “Bila Abdullah Ocalan bi rojnameger û siyasetmedaran re hevdîtinê bike” û got: “Tiştên di çarçoveya qanûnî de dikarin bên kirin.”    Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî daxwaza DEM Partiyê ku digot bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikare bi şexs, rojnameger û siyasetmedaran re hevdîtinê bike, axivî. Tunç, got: “Kesên di girtîgehan de dimînin dikarin hevdîtinan çawa bikin, ev mijar di sererastkirinên qanûnan de diyar e. Tiştên di çarçoveya van qanûnan de dikarin bên kirin.”    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 24’ê Nîsanê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kir û jê xwestibû ku derfet were dayin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikare bi rojnameger û siyasetmedaran re hevdîtinê bike.