Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin 2025-05-16 13:19:07   STENBOL - Cezayê hefsê yê polîsê bi navê Fatîh Dalgali ku di dema çalakiyên Parka Geziyê de bi fîşeka gazê Berkîn Elvan qetil kiribû, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.    Zarokê 15 salî Berkîn Elvan, di dema çalakiyên Parka Geziyê de di encama fîşeka gazê ya ji hêla polîsê bi navê Fatîh Dalgali ve hatibû avêtin, bi giranî birîndar bû. Elvan, 269 rojan de komayê de ma û di 11’ê Adara 2014’an de jiyana xwe ji dest da. Der heqê polîs Fatîh Dalgali de li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê doz hate vekirin. Dadgehê, diyar kir ku Dalgali “bi qesda muhtemel” Elvan kuştiye û 16 sal û 8 meh cezayê hefsê da.   Biryar, birin îstînafê. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Stenbolê jî 16 sal û 8 meh cezayê hefsê yê Fatîh Dalgali erê kir.