'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’ 2025-05-19 09:04:11 EDENE - Psîkolog Mesût Aslan têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd tên meşandin axivî û got: “Aştiyeke mayinde ya di nava civakeke azad de, bi başbûn û edaleteke raset pêkan e.”  Psîkolog Mesût Aslan ku têkildarî psîkolojiya civakî de xebatan dimeşîne, têkildarî bandora pêvajoya şer a li ser derûniya civakê û bandora pêvajoya heyî ji ajansa me re axivî. Aslan, diyar kir ku tundî ne sepaneke şexsî sepaneke sîstematîk a îktîdarê ye. Aslan, destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan û xizanî ne tenê dikare li ser şexsa were pênasekirin û encama sîstematîka tundiyê ya di binhişê civakê de ye. Aslan, anî ziman ku pergala mêrsedest xwe bi şer re xurt dibe û got: “Lewma jî dema mirov di vê çarçoveyê de dinirxîne, tundî ne tiştekî şexsî, sepaneke sîstematîk a îktîdarê ye.”   Bi domdarî Aslan bal kişand ser pêvajoya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Rehebîlîtasyona civakê ne tenê pêvajoyeke terapiyê ye, hemleyeke jinûavakirina kolektîf e. Birînên ruhî, ne tenê bi terapiyên şexsî; divê mirov bizane ku qebûlkirina heqîqeta civakî, cîbicîkirina edaletê û bi avakirina jiyaneke azadîxwaz dikare bê başkirin. Di pêvajoyê de ji ewil tişta pêwîst ew e ku heqîqet bê naskirin, ya duyemîn xwebirêxistinkirina cewherî û piştevanî û ya sêyemîn jî pêdivî bi avakirina civakeke exlaqî-polîtîk heye.”    'DIVÊ DEWLET HEVRÛ BIBE’   Aslan, bi lêv kir ku heke dewlet bi rastî jî bixwaze civakê baş bike, wê demê hewceye mekanîzmayên tundiyê diafirînin jinûve sererast bike û veguherîne. Aslan, wiha domand: “Ji bo vê sererastkirin û veguherînê jî divê komîsyonên heqîqet û hevrûbûnê bên avakirin, qadên hilberandin, tevlibûn û xwerêveberiyê yên jinan bên avakirin, modelên ku piştgiriyê didin rêxistinkirina civakê bên cîbicîkirin, navendên têgihandin û terapiyê yên civakê bên avakirin û navendên ku xebatên travmayên kolektîf û piştevaniya civakî esas digirin bên vekirin. Divê dijminatiyê li daxwaza azadiya şexsî nekin, jê re bibin hevrê. Ji ber ku aştiyeke mayinde û edaleteke rast tenê di nava civakeke azad de pêkan e.”    'ŞER Û MILÎTARÎZM TEŞE DIDE ROLÊN ZAYENDA CIVAKÎ’   Civaknas Taner Taş jî daxuyand ku şer û milîtarîzm bandoreke mezin li ser avadaniya sosyo-ekonomîk a civakê, dînamîkên zayendî û têkiliyên hêzê dikin û ev pêvajo teşe didin rolên zayenda civakî, jin tên paşguhkirin û ev yek jî bi xwe newekheviyên ekonomîk-civakî kûrtir dike. Taş, bal kişand ser pêvajoya şer a li Tirkiyeyê û bi lêv kir ku polîtîkayên şer û milîtarîzma li Tirkilyeyê bedena jinê hem ji hêla sembolîk ve hem jî ji hêla fîzîkî ve hedef digire û teşe dide rolên zayenda civakî.    GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN    Taş, got ku ji bo texrîbata civakî ya şer û milîtarîzmê bi xwe re anî ji holê bê rakirin, hewceye pêvajoya jinûveavakirinê ya piralî bê meşandin û ev nirxandin kir: “Divê hedefa vê pêvajoyê jî başkirineke şexsî û kolektîf be û wekheviya zayenda civakî bibe navenda wê. Li şûna milîtarîzmê, divê mejiyeke aştiyê esas digire bê avakirin. Ji pergala perwerdeyê heta medyayê di tevahiya sazyên civakî de ev pêwîst e. Dikarin li dibistanan dersên wekheviya zayendî û çareseriyên şer bên dayin. Xurtkirina jinan a ji hêla aborî, civakî û siyasî ve yek ji hîmên bingehîn ên avakirina jinûve ye. Ji bo jinên bûne mexdûrên şer, divê bernameyên piştevaniya psîkolojîk bên lidarxistin. Hewceya Wezareta Jinan bê avakirin. Hewceye pergala alîkariya civakî bê xurtkirin. Di têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de reformên qanûnî, tevlikirina jinan a pêvajoya aştiyê, reformên perwerde û medyayê, perwerdeya ku li şûna gotinên milîtarîst wekheviya zayendê û aştiyê teşwîq dike wer avakirin. Polîtîkayên şer û milîtarîzm, li Tirkiyeyê yek ji sedemên sereke ya xizaniya jinan û zêdebûna tundiyê ye. Şer û pevçûn, koçberiya bi darê zorê, polîtîkayên neolîberal, jin ji hêla aborî û civakî ve bêhtir êşandin. Di pêvajoya avakirinê ya nû de divê avadaniya pirçandî û dîrokî ya Tirkiyeyê esas were girtin. Pêşengtiya dewletê ya bi reformên qanûnî, alîkariya civakî û pêşengtiya wê ya ji bo pêvajoya aştiyê, nifteya başbûna civakî ye.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen