Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir 2025-05-20 14:32:55 ENQERE - Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re dest pê kir.    Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re dest pê kir.    Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî tev li şandeyê bûn. Şandeya DEM Partiyê, li Navenda Giştî ya CHP’ê ji hêla Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayin Boke, Cîgira Serokê Giştî Meryem Gul Çîftçî û Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr ve hate pêşwazîkirin.    Piştî silavdayinê, şandeyên DEM Partî û CHP’ê derbasî eywana civînê bûn. Ozel, şandeya DEM Partiyê li ber deriyê eywanê pêşwazî kir. Piştî kişandina wêne û dîmenan, şande derbasî eywanê bû. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî domiya.    Nehat diyarkirin ka dê piştî hevdîtinê daxuyaniyek were dayin an na.