ROJEVA 23'YÊ GULANA 2025'AN 2025-05-23 09:00:26 * Cîgirê Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat Mehmet Îhsan Taş, diyar kir ku ew ji Abdullah Ocalan bawerin û ji bo tevkariya pêvajoyê amade ne.  * Bi wêneyên peykê re talana xwezayê ya li Çiyayê Gabarê hatiye kirin derket holê. Guherîna di nava 2 salan de li Gabarê çêbûyî, asta texrîbata li herêmê hatiye kirin jî radixe ber çavan.    * Hat zanîn ku Şanoya Dewletê ya Wanê bi hinceta “Midûr guncav nabîne” eywan neda lîstika bi Kurdî ya "Ma diz yek e!"    * AYM’ê hinceta astengkirina mafê hevdîtina bidîmen a girtiyên siyasî ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan pirsî. Midûriyetê jî îdia kir ku sedema binpêkirina vî mafî, kêmasiyên teknîkî yên di pergala hevdîtinên bidîmen de ye.   * Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayyîp Temel diyar kir ku divê Mecls têkildarî pêvajoyê înîsiyatîfê li xwe bigire û got: “Helwesta îktîdar û muxalefetê ya heta niha bes nîne. Fikar û tirs pirsgirêkan çareser nakin, berevajî vê girantir dikin û cisaretê dide dijberên çareseriyê.”    * Hiqûqnasê Îtalî Ezio Menzione diyar kir ku piştî biryarên kongreya PKK’ê divê hikûmet di mijara aştiyê de inyeta xwe nîşan bide û got: “Hewceye girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe.”    * Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak destnîşan kir ku dema li pozîsyon û rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de tê nihêrtin, divê teqez mafê hêviyê bikeve meriyetê.    * Dîroknas Sedat Ulugana bal kişand ser nîqaşên têkildarî Peymana Lozanê û got: “Tişta ku dê pirsgirêka Kurd çareser bike ne hilweşandina Lozanê ye. Ya ku dê çareser bike, cîbicîkirina destûreke bingehîn a demokratîk, piranîparêz e.”    * Malbatên zarokên xwe di pêvajoya şer de winda kirin diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û gotin: “Divê dewlet tavilê gavan biavêje.”    * Abdullah Kanat ku li gel Riza Altûn 8 salan di heman girtîgehê de ma, got: “Altûn, rola xwe ya pêşengtiyê bicih anî û tu caran tawîz neda.”    * DEM Partî dê li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê “Civîna jinan a rêveberiyên herêmî” li dar bixe. (09.30) ZINDÎ   * OHD, ÎHD, TUAY-DER û Baroya Amedê dê rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan aşkera bikin. (12.00) ZINDÎ   * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê li Qada Şêx Seîd a Sûrê “Hevdîtina Keda Jinê û Çandê” li dar bixe. (12.00)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî encamên MYK û PM’ê li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (13.00)   * OHD û TUHAD-DER dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş li Şirnexê daxuyaniyê bidin. (14.00)