Menzione: Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe 2025-05-23 10:21:12 NAVENDA NÛÇEYAN -  Hiqûqnasê Îtalî Ezio Menzione diyar kir ku piştî biryarên kongreya PKK’ê divê hikûmet di mijara aştiyê de inyeta xwe nîşan bide û got: “Hewceye girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe.”     Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara bidawîkirina xebatên xwe da. Biryarên PKK’ê hem di qada neteweyî hem jî ya navneteweyî de deng veda. Bi taybet jî Ewropa, gelek welatan peyamên piştgiriyê weşandin.    Yek ji hiqûqnasên navdar ê Îtalyayê Ezio Menzione têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘DIVÊ OCALAN BIKARE PÊVAJOYÊ JI DERVE BIRÊVE BIBE’      Menzione, biryarên kongreya PKK’ê erênî nirxand û got ku divê her du alî jî aştiyê bixwazin. Menzione, diyar ir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan re normên hiqûqa gerdûnî tên binpêkirin û wiha domand: “Ne dikare bi parêzerên xwe re ne jî bi xizmên xwe re birûkpêk hevdîtinan bike. Li welatên mîna DYA’yê ku tecrîdê ferz dike jî wiha nîne. Heta DYA jî di mercên herî giran ên tecrîdê de dihêle girtî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Tişta li vir em behsa wê dikin, li derveyî standarta hiqûqî ye. Di mehên dawî de carekê bi biraziyê xwe û şandeyê re hevdîtin kir. Lê di rewşa heyî de û piştî biryarên kongreyê divê tevahiya rewşa Ocalan were çareserkirin. Kesekê 26 salan di tecrîdê de maye û êdî dema berdana wî hatiye.”    Menzione, banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya di 1’ê Cotmeha 2024’an de ku digot “Bila Ocalan were li Meclisê biaxive” bi bîr xist û got: “Ev bang tê wê wateyê ku ew hevdîtinên xwe li derveyî girtîgehê birêve bibe. Nabe ku di girtîgehê de be û bi derve pêwendiyan deyne. Êdî piştî 26 salan divê hemû mafên hemwelatîbûnê bên îadekirin. Divê Ocalan bikare guherîna dixwaze bide destpêkrin li derve birêve bibe.”   QANÛNA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ   Bi domdarî Menzione da zanîn ku Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) hem ji hêla naverokê hem jî di pratîkê de keyfî ye û ev tişt anî iman: “Her wiha biryarên DMME’yê jî nayên cîbicîkirin. Li Îtalya û Almanyayê jî qanûnên mîna wan hene. Lê belê piştî gefa ‘terorê’ ji holê rabûyî jî ew qanûn ji holê rakirin an jî cîbicî nekirin. Qanûnên wiha tu caran zelal nînin. Ji ber ku hikûmet ne tenê li dijî terorê, xwedî wê hêz û daxwazê ye ku li dijî muxalîfan jî bi kar bîne. Divê çarçoveyeke van qanûnan hebe û her kes jê fêm bike. Belkî jî piştî hevdîtinên siyasî ji holê bê rakirin.”    ‘DIVÊ HIKÛMET INYETA XWE YA AŞTIYÊ NÎŞAN BIDE’    Menzione, daxuyand ku piştî têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kirî êdî pênaseya “terorê” ya li Tirkiyeyê divê biguhere û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê çarçoveyê de divê bi hezaran girtiyên siyasî tavilê bên berdan. Heke PKK rêxistineke çekdarî nebe, wê demê kesên bi îdiaya têkiliya wan a bi PKK’ê re hatine girtin di girtîgehê de çi dikin? Parêzer, hevşaredar, rojnameger... Divê girtî tavilê bên berdan. Ev ne meseleya meha ye, ya roja ye. Ez bi xwe ne bawerim hikûmeta Tirk gavên pêwîst biavêje. Divê inyeta xwe ya ji bo aştiyê nîşan bide.”    MA / Hîvda Çelebî