Malpera înternetê ya belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate vekirin 2025-05-23 10:23:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêze-dokumantera Vejîna Kurd bi malpera xwe ya înternetê dest bi weşanê kir.    Rêze-dokûmantera ku ji aliyê Komuna Dokûmanteran a Şehîd Gulistan Tara ve hate amadekirin, ji roja ku kete weşanê û pê ve ji ber astengî û zextên dewleta Tirk li ser qada medya dijîtal gelek caran hate qedexekirin. Piştî vê astengiyê, rêze-dokûmanter li ser qenala Telegramê xwe gihand temaşevanan û niha jî wê li ser malpera înternetê weşana xwe bike.    Rêze-dokûmantera ku roja Çarşemê li Stêrk TV, roja Înê jî li Medya Haber TV tê weşandin, êdî li ser navnîşana ( https://t.me/taradokumanter ) a telegramê û li ser navnîşana ( www.kominatara.com ) ya malplera înternetê wê karibe bê temaşekirin.   Dokûmantera ku heta niha 8 beşên wê hatine weşandin û rastî eleqeyeke mezin hat, beşa wê ya 9'emîn wê di demeke nêz de bê weşandin.   Di vê beşê de ku wê bi navê 'Şehadet' bê weşandin, mijarên; bikaranîna Pîlot (Necatî Kaya) li hemberî Rêber Apo, şehîdên Tevgera Apoyî yên wê demê Fevzî ASLANSOY, Alî Dogan YILDIRIM û Aydin GUL wê werin nirxandin.   www.kominatara.com   https://t.me/taradokumante