Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn 2025-06-07 14:52:59   AMED - DFG dê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr li kolana ku hatiye qetilkirin bi bîr bîne.    Komeleya Rojnamegerên a Dicle Firatê (DFG) dê ji bo bîranîna nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Amedê Hafiz Akdemir ku di 8'ê Hezîrana 1992'an de hatibû kuştin, bi bîr bîne. Bîranîn wê saet di 17:30 de li kolana Hafiz Akdemîr a li kolana Melîk Ahmet a navçeya Sûr a Amedê (li kêleka Pasaja Kibrisê) pêk were. Piştî meşa ku wê wan bibe kolana ku Akdemîr lê hatibû qetilkirin, DFG wê daxuyaniyê bide.