Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin 2025-06-08 09:00:20 MÛŞ - DEM Partiyê cara ewil şaredariya Mûşê qezenc kir û ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan ên bajêr dê Meclisa Jinan a Bajar ava bike.  Şaredariya Mûşê ku bi salan ji aliyê AKP'ê dihat rêvebirin û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cara ewil ev şaredarî bi dest xist, bi xebat û projeyên xwe balê dikişîne. Şaredarî bi însîyatîfên wekî malên bêhnvedanê yên jinan, malên sersaxiyê yên jinan û rêveberiya polîtîkayên jinan çêkir û niha jî amadekariya avakirina Meclisa Bajar a Jinan dike.   Hevşaredara Mûşê Tûba Sayilgan xebatên xwe yên salekê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand û diyar kir ku ew balê dikişînin ser rêveberiya herêmî, bi taybetî jî girîngiyê didin projeyên bi armanca jin û zarokan. Sayilgan destnîşan bi salan ev şaredarî ji aliyê partiya desthilatdar ve tê rêvebirin û cara ewil e bi sîstema hevşaredariyê tê birêvebirin, ev destketiyeke dîrokî ye. Tûba Sayilgan wiha axivî: "Ji bo me cihê herî girîng ê demokratîkbûn û civakîkirina sîstema hevşaredariyê rêveberiyên herêmî ye. Di vê wateyê de em hemû xebatên xwe yên şaredariyê hem bi sîstema hevşaredariyê û hem jî bi xebatên xwe yên têkildarî destkeftiyên jinan û zarokan dimeşînin."   LI BAJAR PIRSGIRÊKA AVÊ    Hevşaredar Tûba Sayilgan diyar kir ku li Mûşê pirsgirêka avê heye û got, "Em ê di demeke nêz de vê pirsgirêkê çareser bikin. Di encama nîqaşên me yên bi Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) de me biryar dan ku avê bi temamî veguhêzin bin banê şaredariyê. Ji bo pirsgirêka avê bi temamî ji holê bê rakin çi ji destê me tê em dikin û ev pirsgirêk wê di demeke nêz de çareser bibe. Bêguman pirsgirêka avê ne xizmete, lê pêwîstiyek e. Pirsgirêka avê bi taybet pirsgirêkek bû ku herî zêde bandor li jinan dikir. Tevî ku pêwîstiya tevahiya civakê bi avê hebû jî, di vî warî de yên herî zêde êş kişandjin jin bûn. Di vî warî de wê barê li ser milê jinan sivik bike. Ji bo av bînin diçûn kaniyê û gelek bi kedeke mezin av dianîn malê. Avakirina tesîsên ava vexwarinê wê herî zêde bi kêrî jinan were."   DÊ KOPERATÎFA JINAN VEKIN    Tûba Sayilgan ku diyar kir ku daxwazeke mezin a îstîhdama jinê heye û wiha got: "Ji bo xurtkirina îstîhdama jinê em li ser projeyên cuda yên civakî dixebitin. Piştî ku şaredarî bi dest xist, yekser me dest bi karê jin û zarokan kir. Me kooperatîfeke jinê ava kir ku tenê jin karibin bixebitin. Ev kooperatîf wê ava bacanan (salçe) hilberîne. Ji bo vê kargehê me serlêdana hîbeyê kir. Eger projeya me were erêkirin, dê jinên ku ji cotkarên jin ên ku pez hildiberînin heta kargehê û ji kargehê heta kooperatîfê bixebitin. Wê bibe qadeke ku jin lê kar peyda bikin. Em ê projeyên din jî pêk bînin. Em ê van projeyan hem bi rêya şaredariyê hem jî bi rêya kooperatîfê bi cih bînin."   PROTOKOLA TUNDIYÊ    Tûba Sayilgan bibîr xist ku rêjeya tundiya li hemberî jinê ya li bajêr gelekî zêde ye û wan bi Baroya Mûşê re li dijî tundiyê protokolek îmze kirine û wiha got: "Ji bo parastina mafên hiqûqî yên jinên rastî tundiyê hatine û ji bo xizmeta şêwirmendiyê bidin wan me protokolek îmze kirine. Her wiha weke şaredarî em li dijî şîdetê hem xebatkarên xwe yên şaredariyê hem jî gel bînin cem hev, atolye û perwerdeyan lidar bixin, ji bo wê jî em ketine nava hewldanan. Bi heman awayî li Mûşê jî qadeke taybet a jinê nîne ku jin karibin derdên xwe vebêje û piştgiriyê bistîne. Di vî warî de me binesaziya Navenda Piştgiriya Jinê temam kir. Em ê vê projeyê di zûtirîn demê de bixin meriyetê. Jin wê li wir ji xizmetên hiqûqî, psîkolojîk û cuda cuda sûdê werbigirin."   XEBATÊN JI BO CIWANAN   Tuba Sayilgan diyar kir ku ew ê ji bo ciwan û zarokan proje û aktîvîteyên cuda pêk bînin, wê ji bo ciwanan konser û semîneran bidomînin. Tûba Sayilgan bibîr xist ku wan di 15'ê Gulanê de ji bo Cejna Zimanê Kurdî ku bi hezaran ciwan tevlî bûn konserek lidar xistin û got, "Mûş cihekî welê ye ku sîstem bi salan hem ciwanan hem jî jinan asîmîle dike. Weke şaredarî me xebatên xwe di çarçoveya mîhrîcana ziman de pêk anîn û şahiyek li dar xistin. Me careke din dît ku ciwanên Kurd çiqasî dirêjî çalakiyên têkildarî zimanê xwe dibin. Hewldanên me yên ji bo parastina ziman, çand û hunera gelê Kurd bêguman wê bidomin. Em ê van qadan vekin û çalakiyan geştir bikin."   MECLISA JINÊ YA BAJAR   Tûba Sayilgan anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên bajêr nebûna temsîliyeta jinan a li mekanîzmayên rêveberiyên herêmî ye û wiha got: "Bi salan e şaredarî timî ji aliyê rêveberên mêr û xebatkarên mêr ve tê birêvebirin. Jin her tim ji bo rola piştevaniyê hem li qadê hem jî di nava şaredariyê de hatine erkdarkirin. Ji ber ku em hatin ser wezîfeyê, hem di xebatên qadê de hem jî di xebatên şaredariyê de pêşî li jinan girtin. Me bi taybetî xebatkarên jin û xebatkarên teknîkî yên jin xistin nava mekanîzmayên biryardayînê. Bêguman me ev yek di nava şaredariyê de şikand, lê ev mijar hînê li qadê heye. Di vê nuqteyê de me biryar dan ku bi serdana hemû saziyan Meclisa Jinê ya Bajar ava bikin. Di vê çarçoveyê de em ê bi meclisa xwe ya jinê re qadekê biafirînin ku hemû jinên li bajêr karibin tevlî bibin, bi rehetî pirsgirêkên xwe bînin ziman û bi hev re çareseriyê ji wan pirsgirêkan re bibînin. Bi avakirina vê meclisê re em ê hem pirsgirêkên jinên li bajêr, hem jî pirsgirêkên bajêr bi hev re çareser bikin."   MA / Ruken Polat - Ozlem Yacan