Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir 2025-06-08 14:38:18 STENBOL  – Li Îmraliyê Abdullah Ocalan û 6 girtiyên dîtir bi munasebeta cejnê bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.  Li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi munasebeta cejnê, hevdîtina malbatan pêk hat. Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên dîtir ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmût Yamalak û Ergîn Atabey, di çerçoveya destûra Cejna Qurbanê de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.   Di hevdîtinê de; Abdullah Ocalan, duh (7'ê Hezîranê) bi biraziyên xwe parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û Alî Ocalan re  hevdîtin pêk anî. Digel vê yekê, Abdullah Ocalan di hevdîtina duh de piştî 26 salan cara ewil bi biraziyên xwe yên zarok re hevdîtin pêk anî.   Di heman rojê de Hamîlî Yildirim bi bira û pismamê xwe re, Omer Hayrî Konar jî bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî.   '3 GIRTÎ JI BO ÎMRALIYÊ HATIN SEWQKIRIN'     Girtiyên li Girava Îmraliyê Veysî Aktaş, di çerçoveya hevdîtinê de îro bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî.     Ergîn Atabey, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhanê ku berê demeke kin hatibûn sewqkirin ji bo Îmraliyê îro bi birayên xwe re hevdîtin pêk anîn.