NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye 2025-06-13 12:43:12   NAVENDA NÛÇEYAN - NATO’yê têkildarî êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê daxuyanî da û êriş weke “çalakiyeke yekalî” nirxand.    Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte, êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê weke “çalakiyeke yekalî” nirxand û DYA jî di nav de banga kêmkirina rageşiyê li şirîkan kir. Rutte, di daxuyaniya hevpar a li gel Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson de êrişa Îsraîlê nirxand. Rute, got: “A rast rewşekî pir lez pêş ket bû. Ev, çalakiyeke yekalî ya Îsraîlê ye. DYA jî di nav de, li gorî min kêmkirina rageşiyê ya gelek şirîkan jiyanî ye. Dizanim ku vêya dikin jî.”