Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya 2025-06-13 21:41:58   ENQERE - Hakan Fîdan, Yaşar Guler, Metîn Gurak û Îbrahîm Kalin piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê civiyan.    Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serfermandarê Artêşê Metîn Gurak û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê li Wezareta Karên Derve hatin gel hev.    Civîn, saet di 14.30’ê de pêk hat. Di civînê de êrişên Îsraîlê û bandora wan hate nirxandin.