Hejmara 120’an a kovara Jinê derket 2025-06-15 09:45:14   STENBOL - Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Qada cemaweriyê, bêdengî û bêîteatî: Hebûna polîtîk a jinan” derket.    Hejmara 120’an a kovara Jinê bi manşeta “Qada cemaweriyê, bêdengî û bêîteatî: Hebûna polîtîk a jinan” derket. Kovarê di vê hejmara xwe de bal kişand ser çalakiyên bêîteatiya sivîl ên jinan ên li dijî zextên polîtîk.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:    *Dema civaka demokratîk difikirî; weke bêîteatiya sivîl teorî-çalakî û jin / Rûşen Seydaoglû   *Ji Rosayê heta Sakîneyê, exlaqê berxwedanê yê jinan bi bêîteatiya sivîl hûnandî / Kîbriye Evren    *Jinên Îranî, bêîteatiya sivîl û guherînên piştî mirina Jîna Emînî / Ilaria Larusso, Margherita Ceserani, William Kingston-Cox, Shahin Modarres - Iran Team / Werger - Zîlan Turgut   *15-16’ê Hezîran jinûve di meyîn / Oya Açan    *Şoreşa nivîskarên jin a di şanoyê de / Berfîn Emektar