Li Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî hat dayin 2025-06-19 14:32:57 COLEMÊRG - Şaxa ÎHD’a Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî da û got: “Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ku ji sala 2007’an heta niha girtî ye, daxuyanî d. Daxuyanî, li navenda bajar li pêşiya avahiya şaredariyê ya berê hate dayin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Colemêrgê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin hilgirtin.    Rêveberê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Dîndar Koç anî ziman ku berdana girtiyên nexweş, afirandina derfetên wan ên tedawiyê û girtina tevdîran mijareke girîng e.    ‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN NÛ TAVILÊ BÊN KIRIN’    Koç, da zanîn ku piştî raporên ATK’ê, qedera girtiyên nexweş ji Lijneyên Îdare û Çavdêriyêr e hatiye hiştin û wiha pê de çû: “Nayê qebûlkirin ku lijneyên çavdêriyê der heqê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de nêrîna xwe parve bikin û rê li ber binpêkirinên mafan vedike. Gelek biryarên îdareyê û ATK’ê di wijdana civakê diêşînin. Ev raporên li dijî mafên mirovan û nirxên mirovahiyê didin aliyekî, divê bên rojeva siyasetê û di vê mijarê de tavilê gav bên avêtin. Divê bi lezgînî di vê mijarê de sererastkirin bên kirin.”    ‘TEVÎ RAPORÊ JÎ HÊJ GIRTÎ YE’   Bi domdarî Koç anî ziman ku xetereya mirinê ya li ser girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê tê ragirtin, her ku diçe zêdetir dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Em careke din bang li rêveberên dewletê yên ne di ferqa rewşa girtiyên nexweş de ne dikin; bila girtîgeh veneguherin cihên mirinê, bila hemû astengiyên li pêşiya mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş bên rakirin, sererastkirineke qanûnî ya hemû girtiyên nexweş digire nav xwe bê amadekirin û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”