Rehan Bayik hate definkirin 2025-06-20 16:41:52 XARPÊT - Dayika Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik li Xarpêtê hate definkirin.    Dayika Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik ku di 94 saliya xwe de wefat kir, hate definkirin.    Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê û Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik (94) di 19’ê Hezîranê de li Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê wefat kir. Nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî cenazeyê Rehan Bayik ji Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Xarpêtê anîn Mizgefta Navendî ya Xarpêtê. Piştî nimêja cenazeyê,  cenaze anîn gundê Aşagi Çakmakê yê navçeya Kebanê. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydenîz û Serhat Eren, Meclisa Jinan a DBP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên DEM Partiyê yên Xarpêt, Çewlig û Dêrsimê, hevşaredarên DEM Partiyî û gelek kes tev li merasîma definkirinê bûn. Reyhan Bayik, li goristana gund bi merasîmekê hate definkirin.    Girseya tev li merasîma definkirinê bû, piştre jî derbasî Mizgefta Veysel Karanî ya li Taxa Zanîngehê bû û sersaxî ji malbatê xwest.