Di hevdîtina ÎHD’ê de mijara ‘dê aştî çawa pêk bê’ hate nîqaşkirin 2025-06-22 12:03:51   AMED - Di hevdîtina ÎHD’ê ya “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” ku di roja duyemîn de didome, li ser “nexşerêya pêkanîna aştiyê” nîqaş hatin kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo aştiyeke mayinde ya di pirsgirêka Kurd de, hevdîtina “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” li dar dixe û hevdîtin di roja duyemîn de li hotêleke li navçeya Bajarê Nû didome. Di roja duyemîn de ÎHD bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya. Di hevdîtinê de ji bo civakîkirina aştiyê, rê û rêbaz hatin nîqaşkirin.    Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku weke parastvanên mafan ew ê li her zemînê aştiyê biparêzin û got: “Em, ji bo nîqaşkirina ‘gelo em dikarin çi bikin’ li vir civiyan. Ji destpêkê heta niha me her tim aştî û bêçekbûn parast. Belkî jî tekane saziya ku her tiştên têkildarî şer dişopîne, em in. Îro dîsa bi zimanê dewletê qala aştiyê tê kirin. Em jî ji bo aştiyê têkoşîna xwe mezin dikin. Ji bo me axaftina li ser aştiyê girîng e. Me xwest kirdeyên şer û pevçûnan biaxivin. Ji mexdûrên şer aliyek dewlet lê xwed derket lê aliyê din paşguh kir.”    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî got ku duh bi malbatan re hevdîtineke girîng kirine, hewl dane xwe bigihînin gelek kesan lê di vê mijarê de tişta dixwestin pêk nehatiye. Kuçukbalaban bal kişand ser girîngiya rêxistinên civaka sivîl û got ew ê nexşerêya civaka sivîl a di vê pêvajoyê de nîqaş bikin.    Civîn, ji çapemeniyê re girtî domiya.