Xwendekarên ewil ên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo mezûn bûn 2025-06-23 15:18:39 STENBOL - Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ya di bin sîwana Ma Musicê de, xwendekarên xwe yên ewil mezûn kir.  Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ku di bin sîwana Akademiya Ma Musicê de li Stenbolê hatibû damezirandin, xwendekarên xwe yên ewil mezûn kir. Eleqeyek zêde ji bo şahiya dibistana ku li dijî bişaftina çandî hatibû vekirin û perwedehiya çand û hunerê dida zarokan, çêbû. Koorndînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar, di şahiya mezûniyetê de axivî, ji ber eleqeya dibistana mûzîkê spasiya xwe ji malbatan re peşkêş kir û got: “Hun xwedî li çand û hunera Kurdî derdikevin. Ji bo zarokên xwe kedeke mezin didin.”   Kanîwar, destnîşan kir ku Dibistana Egîdê Cimo ji bo zindîbûna çand û hunera Kurd xwedî ciheke girîng e û diyar kir ku dê xebatên wan tenê bi vir ve sînordar nemine. Kanîwar, rave kir ku dê projeya Gund Ma li Stenbolê bidin despêkirin û wiha pê de çû: “Ji bo zarokên Kurd ên li Stenbolê em dizwazin Kurdistaneke biçûk ava bikin. Em dixwazin kampûsekî ava bikin. Dê navê wê yê Stenbolê Gund MA be.” Kanîwar, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo zarok bi zimanê xwe yê dayikê ve mezin bibin, dê têbikoşin.     Piştî axaftinê xwendekarên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo performansek pêşkeş kir.Piştre bawernameyên zarokan hatin dayîn.