Rêxistinên mafan ragihandin ku ji bo pêvajoyê dest bi xebatan dikin 2025-06-27 16:28:07 RIHA - Baroya Rihayê, OHD û ÎHD’ê ragihandin ku ji bo hevrûbûnê, naskirina mafan û pêşxistina pêşniyarên reformê dest bi xebatên li qadê, panel, civîn û amadekirina raporan dikin.    Baroya Rihayê û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Rihayê, têkildarî xebatên ku dê ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bidin destpêkirin, daxuyanî dan. Daxuyanî, li baroyê hate dayin. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku pêvajo jiyanî ye û got: “Di çarçoveya berpirsyartiya Baroya Rihayê û bi hevkariya şaxên ÎHD û OHD’ê yên Rihayê, ji bo avakirina aştiya civakî, hevrûbûnê, guherîn û veguherînê em ê dest bi xebatan bikin.”    Oncel, bal kişand ser xebatên ku dê bimeşînin û got: “Ji bo aliyê hiqûqî, civakî û dîrokî yê pirsgirêkê were aşkerakirin, ji bo serweriya hiqûqê, cîbicîkirina mafên sereke û pêşxistina pêşniyarên reformê, em ê li qadê xebatan bimeşînin, hevdîtinên li ser esasê mafan bikin, panel û civînan li dar bixin û raporan amade bikin. Em radigihînin ku dê dest bi xebatan bikin.”      DÊ RAPOR WERE AMADEKIRIN   Oncel, da zanîn ku dê bi saziyên fermî, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk re hevdîtinan bikin û di encama van hevdîtinan de raporekê û pêşniyarên reformê yên berfireh amade bikin. Oncel, wiha bi dawî kir: “Em bang li gel, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku bi erk û berpirsyartiya xwe rabin.”