Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin 2025-08-03 11:31:54   ŞIRNEX -  Ji ber polîtîkayên ewlehiyê bêrîvanên ku nikarin xwedîkirina sewalan bidomînin diyar kirin ku ew piştgiriyê didin 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' û tenê daxwaza wan aştiyek bi rûmet e.    Piştgiriya ji bo 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji beşên cuda yên civakê didome. Bêrîvanên ku yekane çavkaniya wan a debarê xwedîkirina sewalan e, lê ji ber şer û pevçûnan êdî nikarin pê re mijûl bibin, dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê. Jinên ku bi salan e li gundê Melêsê yê navçeya Elkê ya Şirnexê bêrîvaniyê dikin gotin, eger pêvajo bigihêje armanca xwe wê karibin bi rehetî bêrîvaniyê bikin.   Ji bêrîvanan Xan Olmez ê 80 salî wiha got: "Nêzî saleke pêvajoyek heye, rûyê me dikene. Bi vê pêvajoyê re bila her kesên girtî bi malbatên xwe re bibin yek. Em naxwazin êdî li van çiyayan şer bibînin. Bila êdî kes negirî. Mirin emrê Xwedê ye, em ê hemû bimirin, lê divê kes neyê qetilkirin. Bila Xwedê her kesên ku tevkarî li vê pêvajoyê kirine pîroz bike. Yekane daxwaza me aştiyeke bi rûmet e."    Xan Olmez ku ji zarokatiya xwe ve bêrîvaniyê dike got, "Di emrê zarokatiyê de bedewtir bû. Ev 70 sal in ez diçim çiyê. Dema ku li çiyayên me şer tunebû em zêdetir bi silametî diçûn bêriya. Lê belê di salên dawî de ji ber şer û qedexeyan em kêm derketin derve."    Kurdê Ûgûrlû (68) ku diyar kir ku gelek zor û zehmetiyên bêrîvantiyê hene, destnîşan kir ku gelek bedewî jî hene ji ber ku bi xwezayê re di nava têkiliyê de ne. Kurdê Ûgûrlû jî diyar kir ku yekane daxwaza wan aştî ye û destnîşan kir ku eger pêvajo bigihêje armanca xwe ew ê karibin bi rehetî weke bêrîvaniyê bikin.   'DAXWAZA AŞTIYEKE BI RÛMET'   Sarya Ûgûrlû (63) ku diyar kir ku şivantî di mehên zivistanê de karekî dijwartir e û wiha got: "Rêyên me xirab in. Em bi rêyên xirab xwe digihînin kerî. Gelek zehmetî hene. Zivistanan bi berfê re ev zehmetî zêde dibin. Rê girtî ne. Berê baştir bû. Hîn dijwarî hebûn, lê ji ber ku şer û pevçûn nebûn, em diçûn ku derê cihekî xweş hebûya. Em diçûn zozanên bilind. Li wir jiyanek xweş hebû. Eger aştî hebûya em ê dîsa biçûna. Berê em gelekî kêfxweş bûn. Niha êş û xemgînî heye. Niha ciwan naxwazin bixebitin. Dinya bi pêş dikeve, derfet pir in, lê ji ber ku aştî nîne, kes naxwaze tiştekî bike. Ger ku aştiyek pêk bê dê bikin. Bi aştiyê re wê rûyê me dîsa mîna berê biken. Divê hemû kesên di girtîgehan de serbest bên berdan. Divê hemû deriyên girtîgehan bên vekirin. Birayê min û zavayê min ev 16 sal in di girtîgehê de ne. Divê her kes di zûtirîn demê de ji girtîgehan azad bibe; Bendewariya me ji bo aştiyeke bi rûmet e."-   Sabrî Ûgûrlû (60) ku diyar kir ku destpêka pêvajoyê ew kêfxweş kirine û wiha got: "Me gelek ked dan van çiyayan. Em her bihostek axa wê nas dikin. Eger aramî hebe, wê hemû cotkar jê kêfxweş bibin. Yekane daxwaza me aştî ye. Eger aştî hebe, wê cîhan bibe cihekî bedewtir. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî bêrîvanî tiştek baş e."   MA / Emrullah Acar