MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajo û komîsyonê’ civiya 2025-08-06 11:35:00 ENQERE - MYK’a DEM Partiyê bi rojeva avakirina komîsyona li Meclisê, hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re, rapora têkildarî hevdîtinên bi gel re û rêzeçalakiyên heta 1’ê Îlonê civiya.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî civiya.    Li gorî agahiyên ber dest, di civînê de dê gelek rojev bên nirxandin. Di civînê de ji ewil dê geşedanên siyasî û civakî yê li cîhan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bên nirxandin.    DÊ KOMÎSYON DI ROJEVÊ DE BE    Yek ji mijara ku dê di civînê de li ser nîqaş were kirin jî geşedanên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Di vê beşê de dê hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” bi berfirehî bên nîqaşkirin. Her wiha, di civîna MYK’ê de dê sererastkirina ji 12 xalan pêk tê ku di civîna komîsyonê de hatibû qebûlkirin û şêwe û esasên xebata komîsyonê diyar dikin bê axaftin. Li gel vê, MYK dê li ser mijarên bê ji vir şûnde komîsyon çi bike û divê çi bike jî nîqaşan bike.    HEVDÎTINÊN BI GEL RE DÊ BÊN NIRXANDIN     Di civînê de yek ji mijarên din ku dê li ser were axaftin jî hevdîtinên bi gel re ne. DEM Partiyê, piştî banga Abdullah Ocalan, di mehên Hezîran û Tîrmehê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 2 hezar civîn bi gel re li dar xist. MYK, dê mijarên di van civînan de hatine nîqaşkirin binirxîne û rapor û analîzan nîqaş bike. Di heman demê de rêzeçalakiyên ku dê DEM Partî ji meha Tebaxê heta 1’ê Îlonê bide destpêkirin jî were nirxandin. Di vê çarçoveyê de dê ji bo mijara girtiyan rojevî bibe çalakiyên weke mitîng û meşan bên plankirin.