Li Hindistanê lehî rabû: 14 kes mirin, 100 kes winda ne 2025-08-06 13:17:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hindistanê lehî rabû û di lehiyê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 100 kes jî winda ne.    Li herêma Dharalî ya eyaleta Uttarakhandê ya Hindistanê ku li quntarê Hîmalayayê ye, piştî barînên zêde lehî rabûn. Çemên tije herî û molozan, bi ser jîngehên di gelî de rabû û avahî hilweşand. Li gorî agahiyên rayedaran, di lehiyê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 jê leşker bi giştî 100 kes jî winda ne.    WELATÎ LI CIHÊN BILIND HATIN VEGUHESTIN     Li gorî daxuyaniya artêşê, ji bo dîtina kesên winda yekîneyên leşkerî, kûçikên lêgerînê, drone û makîneyên kar li herêmê hatine sewqkirin. Di heman demê de helîkopterên leşkerî jî derman û alavên alîkariyê veguhestin herêmê û di xebatên veguhestinê de cih digirin.    Ji ber ku ava gelî her ku diçû bilind dibû, xelkê herêmê li deverên bilind hatin veguhestin. Rayedaran da zanîn ku hinek herêm bi heriya bi qasî 15 metreyan tije bûne.    RÊJEYA AVÊ DI SÎNORÊ XETEREYÊ DE YE    Meteorolojiyê ragihand ku rêjeya avê ya tevahiya çemên li eyaletê di sînorê xetereyê de ne.    Ji ber barînên Musonê ku li Hindistanê bibandor in, gelek caran lehî radibin û hezaz çêdibe. Pispor, dibêjin ku guherîna avhewayê dike ku rûxîneriya van karestan nezintir û hejmara wan zêdetir bibin.