Odeya Bijîşkan a Rihayê ji ber birîna ceyranê hişyarî da 2025-08-08 12:08:26 RIHA - Odeya Bijîşkan a Rihayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku birîna ceyranê ya li Sêweregê yekser bandorê li tenduristiya gel dike û hişyarî da.    Li navçeya Sêwereg a Rihayê ev 5 roj in ceyrana 600 gundan hatiye birîn. Odeya Bijîşkan a Rihayê têkildarî birîna ceyranê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku birîna ceyranê yekser bandorê li tenduristiya gel dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku birîna ceyranê li ser jiyana nexweşên weke KOAH, diyalîz û yên girêdayî cîhazên eletronîk xetereyeke jiyanî çêdike. Odeyê, got: “Ev yek, yekser binpêkirina mafê tenduristiyê ye. Ji ber birîna ceyranê, av jî qut dibe û hem ji bo vexwarinê hem jî ji bo paqijiyê rê li ber xetereyeke mezin vedike.”    Bi domdarî hate gotin ku ji ber ku rayedar çareseriyên lezgîn û mayinde pêş naxin, pirsgirêka heyî veguheriye pirsgirêkeke kronîk. Hat destnîşankirin ku gelê herêmê di çarçoveya mafê destûra bingehîn de xwestine vê rewşê protesto bikin lê rastî mudaxileyeke hişk û derhiqûqî hatiye. Odeyê, got ku ew vê mudaxileyê qebûl nakin û dê pêvajoyê bişopînin.